Li Qoserê pîrozbahiya bi dirûşma 'Bijî Serok Apo'

  • 11:51 20 Adar 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Qoserê bi hezaran kes bi nîşaneyên serkeftinê û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" Newroz pîroz kir. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê dê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Qada Otogarê hat lidarxistin. Bi hezaran kes beriya pîrozbahiyê li qada Newrozê kom bû. Welatiyên ku li dora qada pîrozbahiyê ya bi bariyeran hatiye dorpêçkirin kom bûyîn, bi dirûşm û tililiyan ketin. Tevlibûneke xurt a ciwana ji bo pîrozbahiyê hebû. 
 
Welatiyên ku bi komî, bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşma "Bijî Newroz" dikevin qadê, bi flamayên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ketin qadê, qadê tije kirin. Li noqteya lêgerîna ya polîsan ji bo rengên kesk, sor û zer destûr nehat dayîn. Li ser israra gel, bi hezaran kes bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" meş hat lidarxistin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin dest pê kir û hêj bi hezaran kes diherikin qadê. Jinan bi cil û bergên xwe yên kurdî rengîniyeke mezin dane qadê. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan jî tev li pîrozbahiyê bûn û girseyê li ber muzîkên kurdî dest bi gerandina govendê kir. Li qada Newrozê pankarta "Rabe! Dema azadî û serkeftine ye" hate vekirin, girse dirûşman berz dike, govendê gerandin. 
 
Li qadê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Mazlûm Dogan hat vekirin. Dema vekirina posteran de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Be Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindana" hat berzkirin. 
 
Dayikên Aştiyê yên ku di çalakiya Nobeda Edaletê de cih digirin derketin ser dikê. Li ser navê dayikan Halîme Kaya Axivî û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir  
 
Piştre agirê Newrozê hat pêxistin. 
 
Namzetên hevşaredariyan derketin ser dikê û gel silav kirin. Namzetên hevşaredarên Bajarê Mezin Devrîm Demîr û Ahmet Turk derketin ser dikê û axivîn û banga mezinkirin têkoşînê dan. 
 
Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş axivî û Newroza Abdullah Ocalan û girtiyan silav kir, diyar kir bi rihê Newrozê ve ber bi hilbijartina herêmî ve diçin û dê teqes bi ser kevin. 
 
Parlamenter George Aslan, peyama Abdullah Ocalan a Newroza sala 2013'yan xwend. 
 
Ebrû Gunay jî di axaftina xwe bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û da zanîn ku dê ji bo azadî û wekheviyê dê têkeoşîna xwe bidomînin. 
 
Parlamenter Salîha Aydenîz, gel silav kir û bal kişand ser polîtîkayên zextê yên li hemberî Gelê Kurd û got: "Ev Newroz dê azadiya Ocalan û azadiya Gelê Kurd bîne."
 
Piştî axaftinan govend hat gerandin û dawî li pîrozbahiyê anîn. 
 
Girse dû re bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" dest bi meşê kir.