Li Wêranşarê govenda azadiyê ya Newrozê

  • 11:48 20 Adar 2024
  • Rojane
 
RIHA - Li Wêranşarê bi hezaran kes bi dirûşmeyan berê xwe da qada pîrozbahiyê. Newroz bi gerandina govenda azadiyê û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hat pîrozkirin. 
 
Beriya pîrozbahiya Newrozê ya ku îsal li navçeya Wêranşar a Rihayê bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" hat lidarxistin, welatiyan li derdora qada Newrozê ya ku li cihê Mazat a taxa Şirnexê hatiye avakirin dest bi kombûnê kirin. Li ser platformê pankarta “Rabe! Dema azadî û serkeftinê ye", "Rabe dema Jin jiyan azadî ye" û "Newroz Pîroz be" hatin daliqandin. 
 
Girse serê sibê bi cilên xwe yên neteweyî, bi rengên kesk, sor û zer ber bi qadê ve bi dirûşma "Bijî Serok Apo" herîkin. 
 
Piştî rezgirtinê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. 
 
Berdevkê Komîteya Amedekar Îbrahîm Ektî derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir û peyama Rêberê PKK'ê ya Abdullah Ocalan a Newrozê sala 2013'yan xwend. Agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve bi dirûşma "Newroz pîroz be" û "Bijî Serok Apo" hat pêxistin. 
 
Namzetên hevşaredariya DEM Partî ya Wêranşarê Bedriye Yorgun û Serhat Dîcle Înan, Newroza gel silav kir û behsa girîngiya hilbijartina 31'ê Adarê kirin. Hevserokê DEM Partî ya Rihayê Bekîr Karakeçîlî jî gel silav kir û bal kişand ser rol û mîsyona DEM Partiyê. 
 
Dû re hunermend Kasim Taşdogan derket ser dikê. 
 
Namzetên hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer û Celaleddîn Erkmen xitabî gel kir û bertek nîşanî tecrîdê dan. 
 
Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Meyaser Korkmaz axivî û diyar kir ku hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesileya aştiyê. 
 
Parlamentera DEM Partî ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî da zanîn ku Gelê Kurd hezar sal in li ber xwe dide û dê heta aştiyê jî li ber xwe bide. Dîlan, da zanîn ku beyî azadiya Ocalan aştî pêk nayê. 
 
Cigîrê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel jî di axaftina xwe de bal kişand ser qeremantiya Wêranşarê û da zanîn ku dê di hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser kevin. Tayîp, da zanîn ku ser Rêberê PKK'ê abdullah Ocalan tecrîdek heye, niha girtî di greva birçîbûnê de ne û dayik jî di nav Nobeda Edaletê de nin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Hediye Kalkan û gerandina govendê bi dawî bû.