Di Newroza Îdirê de dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bilind bû

  • 10:24 20 Adar 2024
  • Rojane
 
ÎDIR - Di pîrozbahiya Newrozê ya Îdirê de bal kişandin tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girse tim dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin û slav şandin ji girtîgehan re.
 
Li taxa 14 Kasim a Qada Kiliçê ya navenda Îdirê pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Qada Newrozê ku bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat xemilandin, gel bi flamayên kesk, sor û kes di qadê de cih girtin. Her wiha jin, ciwan û zarok bi cilên kurdî ve xemilandin. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Yilmaz Hûn, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayîkên Aştiyê, namzetên hevşaredarên navçe û bajarokan û bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.
 
Beriya destpêkirina axaftinan girse bi coşek mezin govend gerand. Piştî gerandina govendê deqeyek rêzgirtinê hat girtin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Piştre axaftin dest pê kirin.
 
‘Newroz ji axa xwe nû ve jîn bûyîn e’
 
Ewilî li ser navê TJA yê Yildiz Tendîk Parîn axivî û got ku li Kurdistanê Newroz ji bo jin, zarok û hemû kesan têkoşîn e û wiha domand: “Newroz ji axa xwe nû ve jîn bûyîn e. Kawayê Hesinkar ku Dehaqê hovîdar ji holê rakir, îro gelê me li hember hemû dehakan û zilmê serî rakirine. Em sembola Newrozê Sema Yuce, Binevşan û hemûyan bi rêzdarî silav dikin. Em hemû girtiyên ku îro di girtîgehan de li berxwe didin em slav dikin. Pêşiya me hiblijartin heye. Em ê bi têkoşîneke mezin bi ser kevin. Em ê xwe û bajarê xwe bi xwe rêve bibin. Pergala hevserokatiyê xeta me ya binevşî ye. Em ê bên şaredariyên xwe bi dest bixin û em ê rêvebiriyên xwe ji nû ve ava bikin. Em ê ji bo hemû kesan jiyanek wekhev ava bikin.”  
 
Girse tim dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apor” û “Girsiyên siyasî rûmeta me ne berz kirin.
 
‘Di hilbijartinê de em bersivekê xûrt bidin’
 
Di dorê de hevseroka hevşaredara Îdirê Nejla Kûm axivî. Nejla, bi lêv kir ku ew kesê ku sed sale vîna Gelê Kurd nasnake bila bala xwe bide qada Newrozê ye û wiha axivî: “Gelê Kurd li her qadên Newrozê li hember vê zilmê dengê xwe bilind dikin. Newroz sembola serhildanê ye. Kawayê Hesinkar li hember Dehaq rabû ser piyan û li Rojhilata Navîn ev zilm dawî kir. Em ê li her derê dîsa pergalek wekhev û hevpar ava bikin. Di vê hilbijartinê de divê em bersivekê xûrt nîşanê wan bidin û xwedî vîna xwe derbikevin. Di 31’ê Adarê de em zanin ku li her derê şaredariyên xwe bigirin. Şaredariyê ya gel e, ne ya qirkeran e.”
 
‘1’ê Nîsanê de em ê serkeftinê pîroz bikin' 
 
 
Piştre namzetê hevşaredarê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş axivî. Mehmet jî da xuyakirin ku ev civak ji jin û ciwanan pêk tê û em ê bi peyama var herdu beşan bigihîjin armanca xwe. Mehmet, bi lêv kir ku ew ê di 1’ê Nîsanê de pîrozbahiya serkeftina hilbijartinê bikin. Mehmet, di dawiyê de got divê roja 31’ê Adarê hemû kes xwedî vîn û sindoqên xwe derbikevin û terka sindoqên xwe nekin.
 
Bi taybetî qada ku bi zarokan xemilî piştre zarokek biçûk helbestek xwend.  
 
Nivîsên Abdullah Ocalan hat xwendin
 
Parlamenterê Îdirê Yilmaz Hûn jî diyar kir ku Newroz berxwedan û ji bo Gelê Kurd vejîn e û wiha pê de çû: “Ev qada berxwedan û vejînê ye.” Yilmaz, bal kişand li ser nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê û nivîsên wî xwend. Di vê navberê de girse axaftina Yilmaz bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” birîn.
 
Piştre Parlamenterê Wanê Pervîn Buldan ku ji bo axaftinê derket ser dîkê girse bi coşek mezin pêşwazî kir. Pervîn jî Newroza hemû gelan pîroz kir. Pervîn, di destpêkê de bal kişand li ser girtiyên di girtîgehan de û hemû girtiyan slav kir. Pervîn, wiha doman: “Em silvên xwe ji dayikên ku nobetê de ne re dişînin. Girtiyên ku ji bo demokrasiyê û azadiyê bedena xwe dane ber birçîbûnê em silav dikin. Newroz ne bi tenê cejne. Di kurdan de Newroz ne wek cejne tê pîroz kirin. Newroz her wiha li hember zilm, kolî û qirkirinê ye.” 
 
Di vê navberê de girse dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kir. 
 
Pervîn, da xuyakirin ku Gelê Kurd ê qedîm di her Newrozê de bi coşekê pîroz dike, li hember rehîn girtina vîna siyasetê, zilmê raperîne û ev tiştan got: “Li hember vê yekê qadên Newrozê bi mîlyonan kes raperîna xwe bilind dike. Me li ser vê xakê bedelên mezin da û tim hatin înkarkirin. Em nikarin bi zimanê xwe bi rehetî biaxivin, nasnameya me nasnakin. Bila bizanibin ku ev gel tu carî ji têkoşîna azadiyê gav paşve navêje.”
 
Bal kişand ser tecrîdê
 
Pervîn, bal kişand tecrîda ser Abdullah Ocalan û ev tiştan anî ziman: “Em bagn kesên li pêşiya azadiyê girtine dikin; hûn li ser vê gelê tecrîdê pêk tînin ve nikarin îpotek bikin. Li ser hemû gelan îro tecrîdê dimeşînin. Tecrît pirsgirêka mafê gelan e û em tu carî qebûl nakin. Ger ku tecrît hebe azadî, aştî û wekhevî nabe. Ger ku tecrît rabe dê aştî û azadî bê vê welatê.”
 
 
‘Îdir bibe kela aştiyê’
 
Pervîn, di dirêjiya axaftina xwe de destnîşanî hilbijartinên 31’ê Adarê jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe “Pêşiya me hiblijartinekê heye. Di 31’ê Adarê de hilbijartinên herêmî wateyek dîrokî ye û ji bo me gelek girîng e. Li hember hemû lîstikan dê Îdir bibe bajarê demokratîk. Îdir li hember hemû lîstikan dê bibe kela aştiyê. Em ji vir ne bi tenê ji bo Gelê Kurd, ji bo gelê azerî jî bang dikin. Werin em dest bidin hevdû û bikin bajarê wekheviyê. Azerî û kurd bi salan e li vê derê bi hev re dijîn. Di vê hilbijartinê de jî wext hatiye ku mil bidin milên hevdû. Dem dema yekîtiyê ye. Li hember vê desthilatdariyê em yekîtiyê diparêzin. Em zanin ku hilbijêran ji derve anîne. Lê bila bizanibin ku dê vîna Gelê Kurd nikaribin desteser bikn. Sekna gelê Îdirê tu hêz nikare bi ser keve. Li hember hilbijêrên anîne em jî gelên Îdirê yên ku li her deverê Tirkiyeyê ne ev dawet dikin ku bên dengê xwe bi kar bînin. Ev du demin qeyûm tayînê vîna gel tê kirin. Bi hatina qeyûman xîzanî li Îdirê zêde bûye û kar tuneye ku gel bixebite. Daxwazên gel nehatiye bi cih anîn. Ji ber vê yekê em qeyûman li dijî vîna gel wek darbe dibînin û bi nav dikin. Em ne bi tenê barajê derbas bikin. Divê em bi dengekî bilind bi ser kevin. Gelê Îdirê her tim xwedî xwe derket. Vê carê jî li hember vê desthilatdariya talanker xwedî deng û vîna xwe derbikevin. Em ê teqez bi ser kevin.”
 
Agirê Newrozê hat pêxistin
 
Piştî axaftinan bi meşaleyan meş hat kirin û bi dirûşmeyan agirê Newrozê hat pêxistin. Piştî pêxistina agirê Newrozê hûnermend Xalîde derket ser dikê. Herî dawî jî hûnermend Bajar derket ser dîkê.  
 
Mitîng bi stran û govendan berdewam dike.
 
Pîrozbahiya Newrozê ya sala 2024'an bi gerandina govendê bi dawî bû.