'Em ê Newroza îsal bikin Newroza azadiyê'

  • 09:12 20 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Qomîteya Amedekar Nehle Mustafa da zanîn ku ew bi rihê Newroza yekem a ku Kawayê hemdem li darxist wê Newroza xwe ya sala 2024'an pîroz bikin.
 
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya Newroza 2024'an diyar bû. Pîrozbahiyên îsal bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” tên lidarxistin. Pîrozbahiyên ku ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve tên orgenîzekirin, wê li 14 cihan werin pêkanîn.
 
Li gorî agahiyên înîsiyatîfê wê li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Kobanê,  Minbic, Şehba û Helebê pîrozbahiyên navendî çêbibin. Di çarçoveya amadekariyên pîrozbahiyan de li hemû navçe û bajaran pîrozbahiyên kolanan tên lidarxistin, qad û rêyên sereke bi rengên Newrozê tên xemilandin. Li tevahiya herêman wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Newrozê hatine daliqandin.
 
Navendên Çand û Hunerê yên li bajaran jî amadekariyên muzîk, govend û şanoyê dikin. Di nava civakê de jî coş û heyecana Newrozê zêde bûye, welatî cil û bergên herêmî amade dikin. Çav li rêye ku pîrozbahî ji her sal cudatir bi tevlêbûneke xurt pêk werin.
 
Di bin dirûşmeya "Ji rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê amedekariya Newrozê tê kirin. Endama Komîteya Amedekar Nehle Mistafa derbarê amadekariyan de ji ajansa me re axivî.
 
'Em ê Newroza îsal bikin Newroza azadî û aştiyê'
 
Nehle, da zanîn ku ew ji hefteyekê de amedekariya Newrozê dikin û got: "Îro em li vir hazirtiya Newroza sala 2024'an li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê dikin ev bû 4 roj ji bo li darxistina Newrozê em di nava xebat û amedekariyê de ne bi alîkariya hemî hevalên di saziyên taxê de kar dikin. Em ê Newroza sala 2024'an bikin Newroza azadî û aştiyê û azadiya fîzîkî ya rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan. Ji vir ji taxa berxwedanê silavên xwe ji rêbertî re rêdikin. Newroza 2024'an li rêbertî gel û şervana pîroz dikin wê sala 2024'an bibe sala rizgarkirina welat û herêmên me yên dagirkirî."
 
'Gel tekoşînê nûjen dikin'
 
Di dewama axaftina xwe de Nehle da zanîn ku tevî êriş û astengiyên ku bi ser herêmê de tên lê gel bi rihê berxwedanê Newroza xwe pîroz dikin û wiha axivî: "Di nava Şoreşa Rojava de a ku bi şoreşa jinê tê nasîn gelek berxwedan û zor zehmetî hebûn. Bi taybet li bajarê Helebê dema ku wê Newroz bihata li dar xistin gelek astengî ji aliyê rêjîma Sûrî ve pêk dihat ku gel Newroz li dar nexe. Bi vê hersê ji sala 2013'yan ve em Newroza xwe tevî hemî zehmetiyên heyî pîroz dikin. Bi taybet di sala me ya niha de tevî berdewam kirina êrişan li ser herêmê gel bi rihê Newroza yekem a ku Kawayê Hesinkar li darxist Newroza xwe pîroz dikin û her sal rihê pîroz kirin û tÊkoşînê nûjen dikin."