Ji dayika aştiyê ya 100 salî bang: Têkoşîna me bi rûmete!

  • 09:08 20 Adar 2024
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ŞIRNEX - Dayika aştiyê Asmîn Aksoy a 100 salî da zanîn ku heta vê temenê xwe şahidiya gelek berxwedan, şer û aştiyê kiriye û got têkoşîna daye têkoşînek bi rumete.
 
Dayika Aştiyê Asmîn Aksoy ya 100 salî bi qasî zext, zilma ku dîtiye, têkoşîn û berxwedan jî dîtiye. Asmîn diyar dike ku bi salane wek dayika aştiyê têdikoşînê dimeşîne û yekane daxwaza wê pêkhatina aştiyê ye.
 
Asminê, bal kişand ser têkoşîna ku dayê û got: “33 sale di nav têkoşînê de me. Min her tişt dît. Çi ji destê min hat min kir. Sê zarokên min di têkoşînê de bûn. Kurê min yê herî mezin 11 rojan di bin îşkenceyê de ma. Anîn Şirnexê 3 mehan di bin îşkenceyê e ma. Piştre birin girtîgeha Mêrdînê. 6 salaln girtî ma. Hat berdan. bi zor birin leşkeriyê. Piştî leşkeriyê dîsa hat girtin. Kurê min neça rma biçe Iraqê. Li wir seqet bû. Vegeriya û bi hinceta alîkarî daye PKK’ê hat girtin. Min gelek zehmetî kişandin. Keça min, neviya min û sê birayên min şehîd ketin. Ez li pişt wa me. Têkoşîna wan bi rumete.”
 
‘Hewl didin çiyayên me ji destê me bigirin’
 
Asmînê got malbata wê koçer bûye piştî zewiciye jî koçerî kirine û wiha domand: “Piştî temenê pêş ketî em hatin Sîlopiyê. Bi salan em li zozanan jiyan. Hevjînê min jiyana xwe ji dest da. Ez û zarokên xwe man. Li zozanan jiyana me baş bû. Wateyek jiyanê hebû. Xemgînî tunebû. Piştî vê me gelek êş jiyan. Ez li hemû çiyayên xwe geriya bûm. Li Cudî û Gabarê cihê ku neçûmê tunebû. Lê her tiştê me ji destê me girtin. 30 sale ji bo aştiyê têdikoşim.”
 
‘Têkoşîna min bi rumete’
 
Asmînê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ez aştiyeke mayînde dixwazim. Ji ber temenê xwe nikarim tevli xebatan bibim. Ji ber vê xemgînim. Têkoşîna me wê her tim bidome û kes wê nikaribe pêşî lê bigire. Ev têkoşînek bi rûmete. Bila her kes di vê têkoşînê de cih bigire.”