ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 20 Adar 2024
  • Rojev
 
* Berdevka Dîplomasî ya TAJÊ Suham Şengalî, bal kişand ser geşedanên siyasî yên li Iraq û başûrê Kurdistanê û got: "Ev hevdîtin bi temamî bi armanca dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ye. Di hedefê de tenê ciyayên azad nîne, tenê Tevgera Azadiyê nîne. Armanca wan hedîtinan bi temamî dagirkirina vê axê ye ku carekdin dixwazin sînorê xwe yên Mîsakî Mîllî xêz bikin." BI DÎMEN 
 
* Endama MODER’ê Seher Alkin da zanîn ku ji bo zanîngehê hatiye Dêrsîmê û ligorî bajarên din qirkirinên ciwanan zêdetirin û got: “Ciwan di şertên giran û xerab de jiyana xwe didomînin. Divê çareseriyek pêk bê. Divê ji bo her ciwanî ewlehiya aborî hebe.” BI DÎMEN 
 
* Dayika aştiyê Asmîn Aksoy a 100 salî da zanîn ku heta vê temenê xwe şahidiya gelek berxwedan, şer û aştiyê kiriye û got têkoşîna daye têkoşînek bi rumete. BI DÎMEN
 
*Navenda Çanda Bahar 24 sal berê li Êlihê  li dijî qirkirina çand û zimanê Kurd wek alternatîf ji aliyê komekê ve hat avakirin. Çîçek Çelîk ku bi komek hevalên xwe re Navenda Çanda Bahar ava kirin, wiha got: “Em ê li dijî qirkirinê alternatîfên xwe her tim pêş bixînin. Bi vê saziya me vekiriye em ê Kurdî bi her kesî bidin nasîn û pêş bixînin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinan beriya Newroza Amedê ku wê bi dirûşma ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ pêk bê bang kirin ku divê her kes li dijî Dehaqn qada Newrozê tije bikin û gotin: “Bila ji bo jiyana azad jin di Newrozê de dengê xwe bilind bikin.” DÎMEN HEYE
 
* Elefterîa Fortulakî ku navê wê bi zimanê wê yê dayîkê Yewnanî tê wateya ‘azadiyê’ di Newrozê de bi çalakiya pêk anî veguhert xetereke enternasyonal. Elefterîa bi gotinên ‘wek heviya gelan pir xweşe’ balê dikşîne ser rihê jiyana bi hev re. DOSYA 
 
*Jina bi navê  Sultanê Mihemed ku gelek caran li gel astengiya Newroz pîroz dikir û nah amadekariya pîrozbahiya Neworoza azad dike, diyar kir ku li gel êrîş û zextên dewleta Tirk jî gel amadekariya Newrozê dike û ger ku em yek kes jî bimînin em ê Newroza xwe pîroz bikin. DÎMEN HEYE 
 
*Emîne Şenyaşar ku 3 sale Nobeta Edaletê didomîne, diyar kir ku heta daxwaza wê neyê cih wê nobeta xwe bidomîne û wiha dirêjî daye: “Heta kurê min neyê berdan ez dest ji nobetê bernadim. Kurê min dîl girtine. Îbrahîm Halîl Yildiz nahêle kurê min bê berdan. Erdogan jî wî guhdar dike." BI DÎMEN 
 
*Endama Qomîteya Amedekar Nehle Mustafa da zanîn ku ew bi rihê Newroza yekem a ku Kawayê hemdem li darxist wê Newroza xwe ya sala 2024'an pîroz bikin. BI DÎMEN