Li Îzmîrê Nobeda Edaletê didome

  • 16:12 19 Adar 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê didome. Di çalakiyê de hat diyar kirin heta azadiyê dê çalakiyên xwe bidomînin. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Di çarçoveya Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwaran a EGE'yê (EGETUHAY DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Konakê didome. 
 
Çalakî bi serdanan didome. Di çalakiyê de dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. 
 
Dayika Bayram Kaymaz ê girtî Medîne Kaymaz, di çalakiyê de axivî û got: "Ez hêvî dikim ku Newroza Amedê bibe wesileya yekitî û xwişk û biratiyê. Em li hemberî zilmê serî natewînin. Heta azadiya Ocalan pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Nobet bi dirûşmeyan didome.