Li Helebê agirê Newrozê geş bû

  • 14:54 19 Adar 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Li Taxa Şêxmeqsûd,  Eşrefiyê û Taxa Şerqî yên Helebê agirê  pîrozbahiya Newroza  geş bû.
 
Li Helebê bi munesebeta hatina cejina Newrozê  di  16` Adarê de li taxa Eşrefiyê li pêşiya parka Efrîn agir hat dadan û di  17`ê adarê de jî li taxa Şerqî qada cebenat agir hat dadan, herwiha di  18`ê Adarê de jî li taxa Xerbî li qada Pakrewanan agir hat dan û bi gerandina govend û dîlanê Newroz hat pîrozkirin. Her wiha li her sê taxan jî beriya vêxisitna agirê Newrozê dengê rêberê PKK`ê Abdullah Ocelan hat guhdar kirin.
 
Endama Kordenesyona Yekîtiya Jinên Ciwan a bakur û Rojhilata Sûrî Hêva Bekir da zanîn ku wê bi geşkirina agirê newrozê re vê salê bikin sala tekoşîn berxwedan û têkbirina dagirkeriyê.
 
Tevî êrîşan newroz wê bê pîrozkirin
 
Hêva Bekir ku ji ajansa me re axivî da zanîn ku tevî berdewamkirina êrîşên li ser wan ew Newroza xwe pîroz dikin û wiha pê de çû:"Ji bo pêşwazîkirina cejina Newrozê me şahiyên xwe li dar xistin û di şexsê her du fermandarên Yekîtiya Jinên ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger de pakrewan Bêşeng û Sara tevahî pakrewanan bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li hemberî wan ditewînin  û cejina Newrozê li Pakrewana, Rêberê PKK'ê ,şervanên azadiya Kurdistan û girtiyên heps û zindanan pîroz dikin ."
 
'Bi tekoşîn û îradeya gel em ê dagirkeriyê têk bibin'  
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Hêvayê da diyarkirin ku coş û heyecana gelên welatparêz bilindtir e û wiha domand:"Di vê şahiyê de coşa gelê welatparêz bilind e û bi wê coşê Newroza xwe pêşwazî dikin. tevî ku li kêleka wê jî êrîşên dewleta Tirk bi armanca qirkirina kurdan li ser herêmên me berdewam e lê coşa gel û ciwanan dide xuyakirin ku ew ji êrîşan natirsin û dibin metal li pêşiya êrîşên dewleta Tirk."
 
Di dawiya axaftina xwe Hêvayê da diyar kirin ku wê dewleta Tirk bi êrîşên xwe nikaribe metirsiyeke bixe dile wan û ew ê berxwedaniya xwe li dijî dagirkeriyê bidomînin û Efrîna xwe rizgar bikin.