Li quntara Çiyayê Amanosê agirê Newrozê bilind bû

  • 14:29 19 Adar 2024
  • Rojane
 
 
HATAY - Li Hatayê li quntara çiyayên Amanosê Newroz hat pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û Newroza 2013'an bi bîr xist û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurd Îmraliyê ye.
 
Li Hatayê bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye” Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li taxa Altiocak a navçeya Dortyolê pêk hat. Hêj serê sibê gel ber bi qadê ve herikin. Pîrozbahiya ku li quntara Amanosê pêk hat bi cilên neteweyî qad xemilî. Bi taybetî tevlîbûna jin û ciwanan rengek cuda da Newrozê. 
 
Girseya ku ji Îskenderunê ji bo pîrozbahiyê hatin bi dirûşma "Jin jiyan azadi" û "Bijî Newroz" ketin qadê. Nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rezgirtinê pîrozbahî destpê kir. Hevserokê DEM Partî ya Dortyolê Hidir Sîmlî Newroza gel pîroz kir û bal kişand ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Dû re hevserokên DEM Partî yên bajêr Seher Cevheroglu û Naîm Ozbek derketin ser dikê û Newroza gel pîroz kirin. 
 
Herî dawiyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û bal kişand ser wateya Newrozê û li ser yekitiyê rawestiya. 
 
Çîgdem, di axaftina xwe de behsa erdheja 6'ê Sibatê kir û got: "Di ser erdhejê re salek derbas bû. Hatay herî zêde texrip bû û mexduriyet jiya. Di erdheja Hatayê û bajarên ku heman erdhej lê qewimîn de me wêneyek mezin dît. Me dît ku desthilatdariya ku îdiaya serweriya vî welatî dike, çawa bi gel re têkildar e. 3 rojan li ser maseyê nîqaş dikirin ku dê çi bikin, vê demê sosyalîst, kurd, şoreşger û jin berê xwe dan Hatay û Mereşê. 
 
Beriya hefteyekê li Bexdayê civiyan. Wan peymanek îmze kir. Ka em wateya peymanê şîrove bikin. Bi operasyonên dersînor re, bi heman konsepta şer a li hemberî kurdan li Tirkiyeyê jî bi heman konsepta şerê li dijî kurdan, bi operasyonên dersînor re çawaniya qirkirina kurdan îmze kirin û peyman çêkirin. Dema ku ev peyman dihatin kirin, dayikên me yên di şer de zarokên xwe winda kirin, li Nobeda Edaletê banga aştiyê kirin.
 
Pir eşkere di Newroza 2013’yan û 2013-2015’an de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan deklerasyona Newrozê şand. Li Newroza Amedê her kesî guhdarî kir. Ne tenê kurd, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn. Ji ber ku dema dibêjin wan li hemberî kurdan winda kiriye, ne tenê li hemberî kurdan, ji hemû kesên li vî welatî dijîn winda kirine. Di bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye û destnîşan kir ku navnîşana çareseriyê Îmraliye, yanî Abdullah Ocalan e. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku li dijî polîtîkayên hikûmetê têbikoşin û got, ew ê di sedsala duyemîn de rê nedin polîtîkayên şer."
 
Piştî axaftinê agirê Newrozê ji hêla Çîgdem û Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin.  
 
Hunermend Baran Bozyel û Cevdet Bagca derketin ser dikê. Pîrozbahî piştî govend gerandinê bi dawî bû.