Li Wanê Nobeda Edaletê 103 roj in didome

  • 13:51 19 Adar 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê li Wanê 103 roj in didome û banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hat kirin. 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 36 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. 
 
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 103 roj in bi serdanan didome. 
 
Di nobedê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.