Li Balikesîrê gel agirê Newrozê geş kir

  • 13:28 19 Adar 2024
  • Rojane
 
BALIKESÎR - Rêxistina Bajrê a Balikesîrê ya DEM Partiyê bi şîara "Rabe, dema azadî û serketinê ye" bi beşdariya bi sedan kesî li Burhaniyê pîrozbahiya Newrozê li dar xist.
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Balikesîrê bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serkeftinê ye" li qada Deve Gureşî  ya Taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Burhaniye bi beşdariya gel Newroz pîroz kir. Parlamenterê Antalyayê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç dê di pîrozbahiyê de biaxive. 
 
Gel ji bo azadiyê li ser piyan e
 
Ji hemû pêkhateyan di saetên sibehê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî, bi tilîlî û bi hemû rengên xwe ketin qada Newrozê ya ku coşeke mezin lê serdest bû. Welatiyên ku ji noqteya polîsan derbas bûn û ketin qadê bi dirûşim û tilîliyan ketin qadê. Li qada ku Newroz lê tê pîrozkirin pankarta bi nivîsa "Rabe, dema azadî û serkeftinê - Dem dema azadiyê ye" hat daliqandin.
 
Li Balikesîrê bayê DEM Partiyê
 
Girseya ku ji 7 salî heta 70 salî  kes tê de hebûn alên DEM partiyê di destên xwe de dihejînin û peyama ku dê di 31'ê Adarê de bayê DEM'ê li sindoqan bêdayîn didin.
 
Her kes di Newrozê de ye
 
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Balikesîrê ya Partiya Kedê (EMEP) Levent Tûzel bi pankarta bi nivîsa "Wê barbarî têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin, gel bi ser bikeve" bi kortejekê hat qadê. Dîsa endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Balikesîrê jî bi hemû rengên xwe beşdarî çalakiyê bûn.
 
Bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir
 
Pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi Hevserokên DEM Partiya Balikesîrê Songul Tunçdemîr û Rafet Fahrî Semîzoglu û namzetên Hevşaredariya Navçeya Burhaniyê Asuman Bal û dewam kir. Mehmet Aslan girse silav kir. Hevserok û namzetan girse silav kirin û cejna Newrozê pîroz kirin. Di vê navberê de bi sedan kesî bi çepik û tilîliyan bersiv da namzetan.
 
Levent Tûzel: Em nahêlin dengên me bidizin!
 
Piştre Namzetên Hevşaredar ên Bajarê Mezin ê Balikesîrê yên DEM Partiyê Nazli Baybars û Rauf Kocaman derketin ser dikê û silav li beşdaran kirin. Levent Tûzel ku piştre derket ser dikê Newroza gel pîroz kir. Levent anî ziman ku piştî pêvajoya çareseriyê şer giran bûye û got, “Hikûmet difikire ku bi rêbazên nedemokratîk bi operasyonên derveyî sînor dikare vê têkoşînê bitepisîne. Hewl didin dengên me bidizin lê em destûrê nadin."
 
Fîlîz Sonsuz: Silav ji Kawayê hesinkar e
 
Piştre Seroka Navçeya Edremîtê ya TÎP’ê Fîlîz Sonsuz wiha got: “Silav ji Kawayê Hesinkar re. Cejna Newrozê li gelê Kurd, Tirk û Rojhilata Navîn pîroz be."
 
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de silav hatin şandin
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne re silav hatin şandin. Dirûşam "Bijî berxwedana zindananan" hat berzkirin.
 
Saruhan Oluç: Peyama herî xurt di sala 2013’an de ji Birêz Ocalan hat
 
Pîrozbahiya bi coş bi axaftina Parlamenterê DEM Partiyê ya Antalyayê û Cîgirê Serokê Koma partiyê Saruhan Oluç dewam kir. Saruhan got, “Newroz tê wateya têkoşîn, berxwedan, têkoşîna li dijî zalimê, mêtingerî û Dehaqên îro. Ez Newroza we hemûyan pîroz dikim û dibêjim Newroz pîroz be. Ez di şexsê Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Selçuk Mîzrakli de ji hemû hevalên me yên girtî re silavan dişînim û Newrozê li wan pîroz dikim. Em di her Newrozê de li Tirkiye û Kurdistanê peyamên xwe yên aştiyê didin. Ji van peyamên herî girîng û bi hêz ji Birêz Ocalan di Newroza Amedê ya sala 2013’an de da. Birêz Öcalan di nameya xwe ya Newroza Amedê de peyamên pir xurt da ku aştî, azadî û demokrasî ji bo hemû gel, bawerî û çandan çawa be. Em îro jî li pişt wê daxuyaniyê ne. Me di hemû pîrozbahiyên Newrozê yên li Stenbolê de bal kişand ser vê yekê."
 
Ji bo di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan bang kirin
 
Li dijî desthilatdariya ku hewl dide nûnerên ruhê azadiya gelê Kurd tune bike, em her tim bi israr in ku vê têkoşînê bi hemû dostên gelê Kurd, hêzên ked, şoreşger, sosyalîst û her kesên xwedî wijdan re bidomînin. Tu carî nikarin kesên ku têkoşîna azadiyê didomînin bindest bikin  Me heta îro serî netewandiye û ji niha û pê de jî serî natewînin. Ji hilbijartinan re pir hindik maye. Em ê heta kêliya dawî xebatên xwe bidomînin û têkoşîna xwe bidomînin. Ev hikûmet dengan didize. .  Em her îmkana dengdanê li Balikesîrê didin. Hevalên me yên ku navnîşanên wan li cihên cuda ne, divê serî li rêxistinên navçe û bajaran bidin. Careke din Newroza we hemûyan pîroz dikim. Newroz piroz e. Em ê her tim di têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê de gavek pêşde biçin. Serkeftin.”
 
Govend û Horon bi hev re hat lîstin
 
Piştre agirê Newrozê bi coş û heyecaneke mezin bi pêşengiya jinan hate pêxistin. Jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî aagir pêxist û  gelan bik şalên zer, sor û kesk û bi dirûşmeyan bersiv da jinan. Dema ku kêliyên bi coş dewam dikirin, Grup Viya jî bi awazên xwe bayê Behra Reş li qadê belav kir. Welatiyan li gel dirûşman  coşa Newrozê bi tilîliyan nîşan dan. Pîrozbahî bi muzîkê bi dawî bû.