Ji komîteya amadekar a Newrozê banga tevlibûnê

  • 12:36 19 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Di daxuyaniya ji bo Newroza Amedê ku wê bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.
 
Cejna Newrozê ku bi sedsalan weke mizgîniya biharê û kevneşopiya Kawayan ya li dijî Dehakan tê lidarxistin, tê payîn ku îsal di 21'ê Adarê de li Amedê bi beşdariya bi mîlyonan kesî bê pîrozkirin. Beriya Newrozê li Salona Dawetê ya Kaplan bi beşdariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), namzetên şaredariyên Partiya DEM’ê û gelek welatî daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Li vir metna çapameniya hevpar a Tirkî ji aliyê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakık Tekîn û ya Kurdî jî ji aliyê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz ve hate xwendin.
 
'Cîhan bi sê çokên kibrîtan dorpêç kir'
 
Mehmet Şîrîn, anî ziman ku Newroz ji kevneşopiyeke berxwedanê tê û destnîşan kir ku Newroza destpêka biharê ji bo gelê Kurd sembola berxwedanê ye.  Mehmet Şîrîn got “Newroz a ku ji bo gelê me çirûska zayineke nû, jiyan û pêşerojeke azad e, her tim bûye bersiva li dijî ferasetên monîst, qirker û înkarker. Ji Prometheus heta Kawayê Hesinkar, ji Kawa heta Mazlûm Dogan agirê sê darikên kîbrîtan gelek sal in hemû Kurdistanê geş dibe û ev agir bi biryardariya roja yekem didome."
 
'Azadiya jinê azadiya gelan e'
 
Mehmet Şîrîn diyar kir ku bi biryar in  ku Newroza 2024’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û got, “Paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan ku paradîgmay demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê li hemû cîhanê belav bûye û tê qebûlkirin, di heman demê de azadiya Ocalan e. . Birêz Abdullah Ocalan ku di her hevdîtina ku bi wî re di bin pergala îşkenceya Îmraliyê ya 25 salan de pêk hat de rêya aştiyeke bi rûmet nîşan da û diyar kir ku ew amade ye ji bo vê yekê berpirsyariya xwe bi cih bîne, di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ji ber vê sedemê bi bawerî, biryar, îrade û israr wê qadên Newrozê bibin qadên ku tecrîd lê bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bê misogerkirin. "
 
“Ev dem dema li dijî dehakan Kawabûn û Mazlûmbûnê ye .
 
Dem dema misogerkirina yekitiya netewî ya Kurd e.
 
Dem dema li dijî dagirkerî, îstîsmar û qirkirinê ye.
 
Roj roja şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e.
 
Newroz Piroz Be. Newroz Piroz Bo.”