Di Nobeta Edaletê de azadiya Ocalan hat xwestin

  • 18:12 18 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê diyar kirin ku di Newrozê de ji aliyê milyonan kesan ve azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin.
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin berdewam dike.
 
Amed
 
Li Amedê Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtîyan re (TUAY-DER) de didome, kete roja 105’emîn. Çalakvanên di nobeta li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome de cih digirin, pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye dinivîsî” li xwe kirin. Nazîme Bayhan a serdana çalakiya nobetê kir, anî ziman ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya dayikan ji Antalyayê hatiye.
 
Nazîme wiha, got: “Ez dayikên di Nobeta Edaletê de pîroz dikim. Ez dixwazim vê bibêjim. Li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Ev tecrîda ku 26 sal in didome, li gelê kurd tê sepandin. Ez dixwazim tecrîd demildest bi dawî bibe. Ji 27’ê Mijdarê ve çalakiya grevê ya li zindanan didome. Wisa xuya dike ku heta daxwazên girtiyan neyên bicihanîn dest ji çalakiya xwe bernadin. Bi heman awayî dayik jî dê Nobeta Edaletê bidomînin. Em dixwazin ev tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin û aştî û azadî were.”
 
Nobet bi stranên hatin gotin bi dawî bû.
 
Êlih
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 47’an de berdewam kir. Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajêr ên DBP’ê û DEM Partiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobedê kirin.
 
Dayikên di nobetê de ne, diyar kirin ku dê tev li Newrozê ku sibê were pîrozkirin bin û bang kirin ku herkes li qadê berxwedanê bilind bike.
 
Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Nobet bi stranên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû.
 
Mêrdîn
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin berdewam dike. Gelek welatiyan serdana nobetê kirin û piştgirî dan. Di çalakiya nobetê de malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê têkildarî rojevê nîqaş kirin û peyama ku dê çalakiyê bidomînin dan.
 
Stenbol
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 98’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
 
Di Nobeta Edaletê de serdanên ji aliyê welatiyan ve didomin. Çalakvanên ku nobeta xwe didomînin, destnîşan kirin ku heta ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fizîkî pêk were dê çalakiya xwe bidomînin.