Namzetên Îdirê: Em ê bi ser kevin

  • 09:03 18 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin  
 
ÎDIR - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partî yên Başan, Xoşxeber û Xalfeliyê destnîşan kirin ku dê di 31'ê Adarê de bi ser kevin, pêşengtiya civaka xwe bikin, xizmetê bidin gelê xwe û xwedî li çanda xwe derkevin.
 
Îdir a ku bi çiyayên xwe xwedî cihek bêhempaye, gelên wek kurd, azerî, terekeme û tirkan di nav xwe de dihewîne. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji ber hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li hemû navçe, tax, kolan û gundan xebatên xwe didomîne. DEM Partî ku li her derê peyama şaredariyê bi hev re rêvebirin dide, vê yekê namzet dûbare tînin ziman.
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partî yên Başanê Alya Akkuş Karahan, Xoşxeberê Emîne Yondem Kartal û Xelfeliyê Yildiz Tendîk Parîn li ser namzetiya xwe û projeyên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
 
Başan
 
‘Em hêvî dikin ku bi ser kevin’
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partî ya navçeya Başana Îdirê Alya Akkuş Karahan a ku di 1973’yan li Îdirê dayik bûye, di salên 2000’î de dest bi siyasetê kiriye û bi awayek aktîf xebitiye. Alya, li Stenbolê herêma yekemîn de du deman di rêvebiriyê de ku cih girtiye, di sala 2008’an de di Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de bûye namzeta herêma yekem a Stenbolê. Alya piştre di hilbijartinên 2019’an de bûye Hevşaredara Xelfelî ya Îdirê, piştre qeyûm tayînê li şûna wê tê kirin. Alya dayika du zarokan e. Alya, ku dibêje niha bûye namzeta Başanê û got: “Em hêvî dikin ku bi ser kevin”
 
‘DEM Partî paradîgmaya azadiya jinê ye’
 
Alya, bi lêv kir DEM Partî xwedî paradîgmaya azadiya jinê ye bûye namzet û wiha got: “Ji ber vê yekê min DEM Partiyê ji xwe re nêz dît. Ji bo vê yekê siyasetê di bin banê DEM Partiyê de dikim. DEM Partî civakek wekhev diparêze û ji ber ku ez jî alîgirê wekheviyê me DEM Partî nêzî fikrên xwe dibînim."
 
'Em ê bibin hêviya gel'
 
Alya, destnîşan kir ku piştî 15 salan DEM Partî li Başanê namzetên xwe derdixe. Alya, diyar kir ku desthilatdariyê li vê derê tu tiştî nekiriye û gelek qels maye. Alya, wiha pê de çû: “Beriya 20 salan me çawa hîştiye, hîn wisa ye. Tu guhertinek nehatiye kirin. Ji gel re xizmet nehatiye kirin. Binesaziya bajêr tuneye. Aborî ji xwe di bin sifirê de ye. DEM Partî ji ber ku hertim nûjen e, rastiyê diparêze, xweza û ekolojiyê esas digire. Em ê li vir van hemûyan pêk bînin. Em ê ji nû ve xwe bi rêve bibin. Bi taybetî ji bo jin û ciwanan projeyên me hene. Dema ku em bi ser kevin em ê wan projeyên xwe bixin meriyetê. Gelek pirsgirêkên Başanê hene. Di aliyê çandî de tu xebat tuneye. Welatiyên li vir ji her tiştî hêviyên xwe birîne. Em soz didin ku em ê ji gelên xwe re bibin hêvî.”
 
Projeyên xwe rêz kir
 
Alya, derbarê projeyên xwe de axivî û got ku dê bi taybetî ji bo jinan xebatan bikin û wiha behsa projeyên xwe kir: “Kooperatîfên jinan û bazarên jinan em ê vekin. Li van deran bi taybetî dê jinên ciwan bixebitin. Em ê bi ciwanan re tevbigerin. Hemû jinên vê derê bi karê sewalkariyê re mijûl dibin û ji ber zarokên xwe gelek pirsgirêkan dijîn. Em ê ji bo wan cihên kreşan vekin. Di heman demê de 6 mehan carekî dê li taxan kontrola tenduristiyê ya jinan bikin. Her wiha ji bo tenduristiya jinan dê bernameyên cuda li dar bixin. Ciwanên me di kafeyan de ne. Em ê ji bo wan jî qadên çandê ava bikin. Her wiha ji bo ciwana jî qadên civakî ava bikin. Ciwanên me ji ber di aliyê aboriyê de tengasiyan dikişînin terka welat dikin. Çima ciwanên me terk dikin? Ev der xaka wan e û em naxwazin biçin. Ji bo wan em ê têbikoşin. Em ê qadên îstîhdamê ava bikin. Nîvê Tirkiyeyê ji kurdan pêk tê. Lê belê dema em dinêrin ji gelek bajaran ji gelek zimanan tabela hene, lê bi zimanê kurdî tuneye. Divê li ser vê yekê lêkolîn bên kirin. Ji ber vê yekê jî em difikirin ku li Başanê dibistanên kurdî vebikin. Li vê derê terekeme jî hene. Em dixwazin ew bi zimanê xwe perwerdehiyê bigirin. Dê hemû gelên ku Başanê dijîn di nav wekheviyê de bijîn. Em ê binesaziya vê yekê ava bikin.”
 
Xoşxeber
 
Ji gundê xwe koçber bû
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partî ya bajaroka Xoşxeber a Îdirê Emîne Yondem Kartal jî ku 1982’yan de li gundê Elmagol a Îdirê ku hat dinê, di salên 90’î de ji ber polîtîkayên dewletê yên valakirina gundan ew jî bi malbata xwe re neçar maye koçberê Îdirê bûye. Emîne, ji ber şert û mercên jiyanê heta dibistana seretayî xwendiye. Emîne, destnîşan kir ku di sala 1998’an de partî û sekna jinê ji nêz ve naskiriye. Emîne anî ziman ku ji wê demê şûnde tevlî xebatên partiyê bûye.
 
Li aliyek kuafortî û li aliyek siyaset
 
Emîneyê destnîşan kir ku heke jin bixwaze dikare di her tiştî de bi ser keve, û wiha bi lêv kir: "Ez bi vî fikrî derketim rê û bi ser ketim. Min hem kuafortî kir û hem jî di partiyê de xebitim." Emîne, diyar kir ku piştre bûye hevseroka Îdirê û di sala 2023’yan de jî bûye bernamzeta parlamenteriya Îdirê. Emîne, wiha pê de çû: “Bêm hilbijartin an jî neyêm hilbijartin ji bo min ferq nake. Di bin banê DEM Partiyê de cih girtin ji bo min bi nirx e. Başe ku min vê îdeolojiyê jibartiye. Ji bo civaka heyî ku tune tê hesibandin têkoşîna ku didim ji bo min bi nirxe û girîng e. Em ê teqez li vir bi ser kevin.”  
 
‘Em ê xizmetê bidin gelê xwe'
 
Emîne, diyar kir ku gelê Xoşxeberê hemû kurd in û got ku jin bi reng, deng û tilîliyên xwe dê bi ser keve û vê yekê nîşan dide jî û got: “Hemû tişt bi jinê re wê xweş dibe. Em ê li vir bi ser kevin. Jinên vê derê bi hêstek mezin girêdayî partiya xwe ye. Ger ku em bi ser kevin bi saya jin û ciwanan bi ser kevin.”
 
Emîne, destnîşan kir ku ji 2004’an vir ve tim partiya wê şaredariyê girtiye, bi tenê carekê bi dest nexistiye. Emîne, da zanîn ku ev hilbijartin ji bo jin û gelên Xoşxeberê gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina: “Em ê bi îdeolojî û piştigirî jinê û pergala hevserokatiyê şaredariyê bi rêve bibin. Gel jî di vê yekê de hemfikar e. Jin dibêjin ku em ne ji mêrekî, ji jinekê re dixwazin kêmasiyên xwe bînin ziman. Wekî ku hûn jî zanin pergala hevserokatî bi tenê DEM Partiyê de heye. Em ji bo xizmeta gelê xwe bikin tên. Têkiliya gel û partiyê bilind bikin. Şardarî ne bi tenê kar kirine, her wiha jiyana civakî xûrt kirine. Gel dibêje ne takekesî, civakî tevbigerin.”
 
‘Çanda me îro bi tunebûnê re rû bi rû ye’
 
Emîne, da xuyakirin ku gaza xwezayî hatiye hemû cihê lê nehatiye bajarokê û wiha dom kir: “Xebatên binesaziyê em ê bikin. Ji bo xwendekaran serwîsên dibistanê em ê bixin meriyetê. Ji bo xwendekarên zanîngehê em ê bûrs bidin. Em ê kargehên jinan ava bikin. Di nav van kargehan de dê gelek beş hebin. Ji bo ku em ciwanan ji tiryakê dûr bixînin xebatên çandê bimeşînin. Çanda me îro bi tunebûnê re rû bi rû ye. Em ê hem çanda xwe bidin jiyîn û hem jî berê ciwanan bidin xebatên çandê. Di nav vê de gelek beş hene. Em dixwazin bi çanda xwe bijîn.”
 
Emîne, di dawiya axaftina xwe de got desthilatdariya ku bûye sedema qeyrana aboriyê jiyana welatiyan xistiye nav zehmetiyê û got: “Me soz daye em ê bi şaredariyan pirsgirêkên bajarokê çareser bikin. Em van qeyûman bişînin û bi gel re şaredariyê bi rêve bibin."
 
Xelfelî
 
Li dijî bêedaletiyê bû namzet
 
Namzeta hevşaredariya DEM Partî ya bajarokê Xelfelî ya Îdirê Yildiz Tendîk Parîn, di 1982’yan de li Xelfeliyê hat dinê, zarokatiya wê li vir derbas bûye û mezin bûye. Yildiza ku Zanîngeha Anadolû ya Eskîşehîrê beşa Edaletê xwendiye, li Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê jî beşa Îdarî û Îktîsadî qedandiye. Yildiz ji ber kar nedîtiye bixebite ji xwe re dikana kuaforiyê vekiriye û xebitiye. Yildiz, di sala 2022’yan de hevserokatiya Rêxistina Xelfelî kiriye. Yildiz, wiha anî ziman: “Dema ku min zanîngehê dixwend di nava xebatên ciwanan de min cih girt. Bi awayek aktîf tim di nava xebatan de bûm. Di TJA’yê de jî min cih girt. DEM Partî partiya edalet û jinê ye. Li dijî bêedaletiyê bûm namzet. Min edaletê di DEM Partiyê de dît.”
 
‘Qeyûm xeynî talanê tiştek din nekir'
 
Yildiz, bi bîr xist ku di hilbijartinên 2009’an de Partiya Civakî ya Demokratîk (DTP) şaredariyê girtiye û di hilbijartinê 2014’an de jî AKP’ê şaredariyê girtiye. Emîne, diyar kir ku di 2019’an de carekedin HDP’ê şaredariyê girtiye û di sala 2020’an de jî qeyûm hatiye tayînkirin. Emîne, wiha axivî: “Qeyûm ji bo Xelfelî tu tişt nekir. Qeyûm çawa ku hat xebatên AKP’ê da meşandin. Ji bo jin û ciwanan tu tiştî nekir. Gelê Xelfelî xeynî talanê tiştekî nedît. Her cûre polîtîkayên şerê taybet li bajarokê tê meşandin. Li Xelfelî tiryak tunebû, lê ev çend sal in zêde bûye. Dema ku me şaredariyê girt şûnde li dijî vê yekê têbikoşin. Piştî hilbijartinê em ê bi gelê xwe re bimeşin û bixebitin. Gel dema ku me dîbine gelek kêfxweş dibe. Ji ber ku kesên ji xwe dibîne. Pirsgirêkên gel gelek zêde ne. Em ê hemû pirsgirêkan hewl bidin ku çareser bikin.”
 
‘Em dikarin guhertinê bikin û bibin pêşeng'
 
Yildiz, di axaftina xwe de bal kişand ser pergala hevserokatiyê û diyar kir ku pergala hevserokatiyê xeta wan a binefşiye û dê her tim parastina pergala hevserokatiyê bikin. Yildiz di axaftina xwe de wiha bal kişand ser temsiliyeta jinan: "Divê jin jî cih bigire û ev yek ji bo me gelek girîng e. Di vir de rola me jinê gelek girîng e. Em dikarin hin tiştan biguherînin û em ê bibin pêşengên vê civakê."
 
'Em ê çanda xwe bidin jiyîn'
 
Yildiz, daxuyand ku daxwazên jinên Xelfeliyê hene û wiha axivî: "Jin dixwazin bi zimanê dayikê xwe îfade bikin. Piştî hilbijartinê em ê meclîsên gel li bajarokê ava bikin. Bi daxwaz û fikrên gelê xwe tevbigerin. Bi taybetî jî em dixwazin li ser zimanê zikmakî perwerdehiyê bidin. Kargehên ziman em ê ava bikin. Ji bo ciwanan tesîsên werzîşê ava bikin. Ji bo jinan jî em ê koopoeratîfan ava bikin. Bazarên taxan ava bikin da ku jin berhemên çêdikin li vir bikaribin bifroşin. Li vê derê berê xalîçe bi destan dihat çêkirin. Ev çand hema hema bi tunebûnê re rû bi rû ye. Em dixwazin vê yekê carekedin bidin jiyîn.”
 
'Biçin ser sindoqan'
 
Yildiz, piştî projeyên xwe yên derbarê bajarokê de anî ziman wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em niha çawa di nava gelên xwe de ne, piştî hilbijartinê jî em ê dîsa qadan bi gelê xwe re bin. Em ê li cem jin û ciwanan bin. Ev pêvajoyek gelek zehmet e. Em bang li hemû jinan dikin ku bila biçin ser sindoqan."