ROJEVA 18'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 18 Adar 2024
  • Rojev
 
* Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partî yên Başan, Xoşxeber û Xalfeliyê destnîşan kirin ku dê di 31'ê Adarê de bi ser kevin, pêşengtiya civaka xwe bikin, xizmetê bidin gelê xwe û xwedî li çanda xwe derkevin. BI DÎMEN 
 
*Remziye Tek, 21’ê Adarê Cejna Newrozê ku bûye sîmgeya têkoşîn û berdanê ye, di salên 90’î de çawa derbas bûye nirxand û got: “Me agir tu car netemiran. Kelecan û coşa wê neqediya. Me li hember dijmin şûnde gav navêt. BI DÎMEN 
 
*Fîdan Mihemed Osman a ku ev bû 6 sal in li Wargeha Serdemê di bin şert û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê dide di 6'emîn salvegera dagirkirina Efrînê de bi lêv kir ku dûrketina ji Efrînê mîna dûrxistina ji dil, ji laş e û wiha got:" Bedena me li Şehbayê ye lê rihê me li Efrînê ye. Efrîn ji bo me wargeha aramiyê bû. Tiştê herî pîroz li ba me li wir goristanên pakrewanên me bû. Jiyana me pir bi ewle bû lê êrîşa dijmin a bi ser me de, pir bi hovitî bû. Tevî vê yekê jî me dev ji têkoşîna xwe berneda û heta niha jî li ser wê bingehê em têkoşîna xwe dikin. " BI DÎMEN 
 
*Hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan ku tevî qeyûm deyn hiştibû di 5 salan de îmze avêt projeyên mezin diyar kir ku divê şaredariya gel hebe û wiha domand: “Divê namzetên nû yên hevşaredariyê gel tevli mekanîzmayên biryarê bikin, cih bidin gel û li gorî vê projeyan hilberîne.”  BI DÎMEN 
 
*Xizmên girtiyan Kiymet Arvas û Îpek Canbey bal kişandin ser rewşa girtiyan û gotin: “Guh bidin dengê girtiyan. Tu hêz nikare îradeya me bişkîne. Dem dema yekitiyê ye.” BI DÎMEN 
 
*Li xeleka jinên bûn Newroz, Ronahî û Berîvan jî zêde bûn û di nameya li pey xwe hiştin de wiha gotin: “Em dizanin û bawer dikin. Agirê me pêxistiye wê bibe sedema agirên hîn mezintir.” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo wan venasîna "Gihiştin sira agir" kir. (DOSYA) 
 
* ÎHD'ê li Amedê bi tevlibûneke girseyî ya ji gelek bajarên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê li Amedê  "Konferansa aştî û çareseriya meseleya kurd" ku 2 rojan berdewam kir li dar xist.(ÇAVDÊRÎ)