Li Halleyê Newroz hat pîrozkirin

  • 21:06 17 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz li bajarê Halle yê Almanyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
 
Li bajarê Halle yê Almanyayê Newroz bi şahiyekê hat pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan di saetên serê sibê de bi cil û bergên gelê Kurd herikîn qada Newrozê. Li qada Newrozê dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
 
Piştre Hevserokê Federasyona Kurdistaniyên Azad ên Almanyaya Rojhilat FED-KURD Menderes Canbek axaftinek kurt kir. Menderes diyar kir ku gelê Kurd 20 hezar sal in li Kurdistanê dijî û gelê xwecihî yê Mezopotamyayê ye. Menderes diyar kir ku ev gelê qedîm îro nikare zimanê xwe bi kar bîne û bi azadî li xaka xwe bijî û got: “Dewleta Tirk zilmê li gelê Kurd dike. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye.”
 
Şahiya Newrozê bi muzîk û gerandina govendê bi dawî bû.