Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist

  • 19:39 17 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêkhateyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê agirê Newroza 2024ˊan pêxist û bang li gel kirin ku tev li Newroza ku dê li bajarok, navçe û bajaran were pîrozkirin bibin. 
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya hatina Newrozê daxuyaniyek da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman daxuyanî xwendin.
 
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de Newroz li tevahî gelê Herêmê, di serî de li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, endamên QSDˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir û wiha got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi gelê xwe re ye ku nirx û wateyên Newroza rasteqîn bi rêya pêkanîna Hevpeymana Civakî û rizgarkirina xaka Sûriyeyê pêk bîne.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin îro agirê Newrozê tê pêxistin û destpêkirina pîrozbahiyên Newroza 2024ˊan li bajar, bajarok û navçeyên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihînin û her wiha bang li gel dikin beşdarî Newrozê bin.
 
Piştî daxuyaniyê agirê Newrozê hate vêxistin û govend hate gerandin