Li 4 navçeyên Mêrdînê agirê Newrozê hat pêxistin

  • 16:31 17 Adar 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li navçeyên Stewr, Kerboran, Şemrex û Dêrikê yên Mêrdînê bi pêxistina agirê Newrozê li qadan pîrozbahiyên Newrozê pêk hat û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
Li navçeyên Mêrdîn'in Stewr, Kerboran, Şemrex ve Dêrik agirê Newrozê hat pêxistin û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat ziman.
 
Mêrdîn’de Stewr (Savur), Kerboran (Dargeçit), Şemrex (Mazıdağı) ve Dêrik ilçelerinde “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” şiarıyla Newroz ateşi yakıldı. Mêrdîn’in her dört ilçesinde de DEM Parti öncülüğünde gerçekleştirilen kutlamalar öncesinde yurttaşlar Newroz alanlarına akın etti.
 
Stewr
 
Li taxa Êwîna a Stewrê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên herêmî û neteweyî beşdarî şahiyê bûn. Li qada Newrozê dayikên lacikên spî girêdabûn balê kişandin ser xwe. Bi hezaran kes bi hev re govend gerandin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê pîrozbahî dest pê kir. Girseya gel bi yek dengî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindana" berz kirin. 
 
Piştî axaftinan hunermendên herêmî derketin ser dikê. Piştî gerandina govendê pîrozbahî bi dawî bû. 
 
Şemrex
 
Li Qada Hemama Berê ya Şemrexê pîrozbahiya Newrozê pêk hat. Girse bi cilên xwe yên gelerî tewlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rezgirtinê pîrozbahî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Be Serok jiyan nabe” destpê kir. 
 
Piştî axaftinan girse govenda azadiyê ya Newrozê gerandin. 
 
Kerboran 
 
Newroza Kerbaronê jî li taxa Bahçebaşiyê pêk hat. Serê sibê welatî bi coşek mezin berê xwe dan qada Newrozê. Piştî rêzgirtinê pîrozbahî destpê kir. Dayikên Aştiyê derketin ser dikê û kevokên aştiyê firandin. 
 
Piştî pêxistina agirê Newrozê, girse govend gerand û bi coşek mezin Newroza xwe pîroz kirin. 
 
Dêrik
 
Li Dêrikê jî li Qada Newrozê pîrozbahî pêk hatî gelek kes tevlî Newrozê bûn. Girseya ku bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî bûn qad xemilandin. Li qadê dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî Newroz” hat berzkirin. Piştî axaftinên ku hatin kirin girse govend gerand û dirûşmê xwe berz kir û dawî li pîrozbahiya xwe anîn.