Qada Newrozê bi daxwaza ‘çareseriya meseleya kurd’ tije kirin

  • 14:00 17 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - Bi sed hezaran kesên qada Newrozê ya Wanê tije kirin bi dirûşma “Bijî Serok Apo” daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. 
 
Bi sed hezaran kesan qada Newrozê ya Wanê tije kirin. Pîrozbahî li quntarê keleha dîrokî ya Wanê tê lidarxistin û di her keliyê de coşeke mezin heye. Dayikên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dest bi Nobeta Edaletê kirin, derketin ser dikê. 
 
Ji dayikan Aslihan Tîmûr wiha got: “Em dixwazin tecrîd were rakirin û pirsgirêka kurd were çareserkirin. Em naxwazin ku êdî rondik ji çavên tu kesekî bibarin. Banga me li her kesî ew e ku piştgiriyê bidin dengê dayikan.” Piştî axaftina Tîmûr, qada pîrozbahiyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” olan da.
 
'Agirê ku ku Kawayê Hemdem vêxistî roj bi roj gurtir dibe'
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî ev tişt anî ziman: “Agirê ku ku Kawayê Hemdem vêxistî roj bi roj gurtir dibe. Em çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan silav dikin. Em ê têkoşîna xwe bi agirê Newrozê roj bi roj mezintir bikin. Em li vê qadê soz didin; dê qeyûman bişînin û bajarên xwe azad bikin. Em serkeftina 31’ê Adarê ji niha ve radigihînin.” 
 
Nametê din Abdullah Zeydan jî wiha got: “Newroz, azadî û aştî ye. Ev qad nîşan dide ku rêhevalên Kawa dibêjin; ‘em li vir in, em li ser pêyan e û azadiyê dixwazin.’ Dê Dehaqên roja me anku qeyûmên AKP’ê teqez biçin. Dê 31’ê Adarê ji bo gelê kurd rêya aştiyê veke. Dê tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin. 31’ê Adarê dê ji bo hemû hevalên me yên girtî rêya azadiyê veke.” 
 
Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re coşa li qadê derket lûtkeyê. Aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Bahçecî jî di axaftina xwe de wiha got: “Newroz, li birêz Abdullah Ocalan pîroz be. Em tecrîda li ser birêz Ocalan şermezar dikin û dê vê tecrîdê teqez bişikînin. Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li her qadê li dijî jinan tên meşandin têbikoşin. Gelê me dê li dijî hemû zextan li ber xwe bide û bi ser keve.” 
 
Piştre jî hunermend Faaz Sine derket ser dikê. Piştre nameya Newrozên berê ya Abdullah Ocalan hat xwendin. 
 
Her wiha di pîrozbahiya Newrozê de piştî xwendina nameyê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Baydir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî. 
 
Keskîn da zanîn bal kişand ser polîtîkayên îmhayê yên li ser Kurdistanê û got:"Têkoşîna gelê kurd ev 100 sal in dewam dike. Ev meydana vê yekê pir baş nîşan dide. Polîtîkayên wan li dijî vê yekê hildiweşe. Hûn çi dikin bikin hûn ê bi ser nekevin û kurd wê serî ji we re netewîne."
 
Keskîn da zanîn gelê kurd ji bo azadiya Birêz Ocalan li ser piya ye û got gelê kurd azadiya fîzîkî ya serokê xwe dixwazin.  
 
Piştre Tulayê da zanîn meseleya kurd meseleya statuyê ye û divê bê çareserkirin û got:"Heta jiyaneke wekhev bê avakirin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Bila Erdogan were vê meydanê bibîne. Bila bibîne kurd çawa çand û zimanê xwe diparêzin. Peyama Birêz Ocalan aştiyê vedihewîne. Divê qada jiyana hevpar a gelan bê avakirin. " 
 
Tulayê da zanîn ew ê ji hilbijartinê serkeftî derkevin û got:"Em ê derseke baş bidin kesên birçîbûnê û şer li ser Kurdistanê ferz dike. Her wiha perwerdeya bi zimanê dayikê maf e. Sekinandina çekan û destpêkirina diyalogê ji bo avakirina aştiyê girîng e. Pêdiviya me bi tevgera aştiyê ya enternasyolist heye."
 
Tulayê herî dawî got divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û Birêz Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. 
 
Piştî axaftina Tulayê Helîmê Omerî derket ser dikê.