ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 29 Sibat 2024
  • Rojev
 
* Fransa yek ji wan welatan e ku têkoşîna jinan li Ewropayê bilind dibe û geş dibe. Di sedsala 19’an de bi belavbûna têkoşîna femînîst re, jinan destkeftiyên xwe ji hemû cîhanê re hiştin.  DOSYA 
 
*Jinan bi nêzbûna 8'ê Adarê re lez dan xebatên xwe. Nûnerên rêxistinên jinan ên Stenbolê bang li jinan kir û gotin: "Li dijî xizanî, kedxwarî, şer, şîdet û serdestiya mêr li kolan û qadan bicivin. Ji bo azadiya jinê dengê xwe bilind bikin. Dem dema jinê û serhildanê ye." BI DÎMEN 
 
*Namzeta Hevşaredariya Şirnexê Bêrîvan Kutlu ya ku ji temenê biçûk de ye têkoşîna xwe didomîne da zanîn wê projeyên ku jinan tevlî jiyanê dikin bixin meriyetê. DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Mexmûrê tevli çalakiya nobeta azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûn dan zanîn divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî bên zêdekirin û wiha got:” Me ji bo azadiya Rêber Apo li wargehê dest bi çalakiya nobeta azadiyê kir. Me jî piştre wekî endamên wefqê ev nobet dewr girtin. Armanca me ya lidarxistina nobeta azadiyê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.” DÎMEN HEYE