TJA'yê li Wanê hevdîtina jinan li dar xist

  • 19:31 28 Sibat 2024
  • Ramyarî
WAN -TJA’yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de di hevdîtina jinan ku li dar xist de, banga tevlibûna mitînga ku dê li Parka Mûsa Anter  a Aştiyê li dar bixin kir.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Wanê li navçeya Reya Armuşe bi minasebeta 8'ê Adarê bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê ber bi 8'ê Adarê ve" li navçeya  Rêya Armûş dest bi çalakiyên xwe yên ku di 26'ê Sibatê de starta wan dabû kir.. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajêr  Gulşen Kurt, Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê, namzeta Şaredariyê ya Reya Armûşê ya DEM Partiyê Canan Uzunay û gelek jin beşdarî civînê bûn. Jinên ku cil û bergên xwe yên neteweyî yên rengên li xwe kirin, li ber muzîka ku dihat lêxistin govend gerandin..
 
'Gelê Kurd wê li ser sindoqan bersiva xwe bide'
 
Piştî Canan Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Gulşen Kurt axivî û xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û daxwazên girtiyan ên greva birçîbûnê bên qebûlkirin. Gulşen got, “Gelê Kurd bi asîmîlasyon, polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên koçberkirinê re rû bi rû ye. Ciwanên Kurd bi tevahî di sektora înşaetê de ne. Siyaseta zillmê ya mezin a li ser gelê Kurd didome. “Li hemberî van hemû polîtîkayan divê gelê Kurd di hilbijartinên pêş de dengên xwe biparêze û dîsa îradeya xwe li ser sindoqan nîşan bide.
 
vexwendina mîtîngê
 
Piştre Hevseroka Navçeyê ya DEM’ Partiyê Şevîn Polat axivî û diyar kir ku ew ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Musa Anter a Aştiyê “Mîtînga Jinan a Mezin” li dar bixin û bang li hemû jinên Wanî kir ku beşdarî mîtîngê bibin.