'Birêz Ocalan îradeya me ye'

  • 15:00 28 Sibat 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN/ÎZMÎR - Nobedên Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatine destpêkirin dewam dikein. Di  Nobeda Edaletê ya Îzmîrê de hat diyarkirin ku Birêz Ocalan îradeya wan e û hat gotin ku divê CPT bîçe grava Îmralîyê.
 
Nobedên Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin li Mêrdîn û Îzmîrê bi serdanan dewam dikin. 
 
Nobeda Edaletê ku li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran  (EGE TUHAYDER)  û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 30'î de dewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  ya navçeyên Bayrakli û Karabaglarê dewam dike gelek welatî û xizmên girtiyan ziyaret kir. Di çalakiyê de dirûşmên ""Bijî berxwedana zindanan", "Jin jiyan azadî", " Bijî serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
 
Bayrakli
 
Hevşaredarên DEM Partî yên Bayrakliyê û gelek welatî serdana Nobeda Edaletê ya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Bayrakliyê kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bayrakliyê Ayşe Silik li vir axivî û diyar kir ku ji ber tecrîdê li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê dewam dikin û girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir. Ayşeyê destnîşan kir ku xizmên girtiyan hefteyê du rojan tên avahiya navçeya Bayrakliyê û Nobeda Edaletê li dar dixin û heta ku pirsgirêka tecrîdê çareser bibe dê xizmên girtiyan nobeda xwe bidomînin.
 
'Birêz Abdullah Ocalan vîna me ye'
 
Paşê ji xizma girtiyan Perîhan Ortak axivî, li Nobeda Edaletê hemû dayik silav kirin. Perîhanê diyar kir ku nobeda ku ew digirin ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ye û got, “Girtiyên me 3 meh in di greva birçîbûnê de ne, Birêz Ocalan nêzî 30 sal in li pişt çar dîwaran e. Em ji vir heta Îmraliyê birêz Abdullah Ocalan silav dikin. Birêz Abdullah Ocalan vîna me ye, vîna jinê ye. Ne tenê ji bo me, ji bo hemû cîhanê şer kir. Îro di destê jinên cîhanê de wêneyê birêz Ocalan heye û dibêjin 'Bijî Serok Apo'. Ev tê wê wateyê ku hurmeteke mezin ji birêz Ocalan re heye. "
 
'Divê CPT çav û guhên xwe ji gelê Kurd re negire'
 
Perîhanê anî ziman ku divê CPT Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibîne û diyar kir ku ji bo hevdîtina bi parêzeran û malbatê re destûr nedan birêz Ocalan. Perîhanê wiha got, “Em nizanin birêz Ocalan di çi rewşê de ye. Em dibêjin bila CPT çav û guhên xwe ji gelê Kurd re negire. Em dayik tu carî paşde gav navêjin. Em dixwazin hemû dayik rabin ser piyan. Werin em ji bo Birêz Ocalan û girtiyên xwe destê xwe bidin hev. Tecrîdê ji ser vî gelî rakin, Ev îradeya me heye, em paşde gav navêjin."
 
Karabaglar
 
Çalakiya nobedê ya li Rêxistina Navçeya Karabağlar a DEM Partiyê didome, ji aliyê gelek xizmên girtiyan û welatiyan ve hat ziyaretkirin. Çalakiyên nobetê bi serdanê dewam kirin.
 
Mêrdîn
 
Komeleya Hunerê serdana çalakiyê kir
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji aliyê Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ve li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dest pê kir, dewam dike.
 
Tevî endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî jî di nav de gelek kes çûn serdana nobedê.
 
Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ku çûn serdanê, ji bo dayikên nobetê konserek muzîkê li dar xistin, dîmenên rengîn derketin holê.
 
Çalakgeran destnîşan kirin ku heta daxwazên wan neyên cih ew ê li ser erka xwe bin û tekane daxwaza wan aştî û azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan e.
 
Dayikên ku dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin nobeda xwe dewam kirin.