Endama Delegasoyanê ya Katalan dê tecrîda Îmraliyê bibe meclisa xwe

  • 09:04 28 Sibat 2024
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Parlamentera  CUP'ê Montserrat Vinyets Pages ya di nava "Delegasyona Navneteweyî ya Çareseriya Pirsgirêka Kurd û li Dijî Tecrîdê" ku lı Tirkiyeyê gelek hevdîtin kirin de cih girt  got,: "Eger pêvajoyek çêbibe, wê bi azadiya Ocalan re çê bibe. Ji bo destpêka pêvajoyê azadiya Ocalan gava yekem e. Ji bo çareserî û aştiyê şertê bingehîn azadiya Ocalan e. Di van şert û mercan de muzakere dikarin dest pê bikin. Divê Ocalan ne tenê ji bo xwe, ji bo gelê Kurd û nirxên ku sembol û temsîl dike jî azad bibe.
 
Heyeta "Delegasyona Navneteweyî ya Çareseriya Pirsgirêka Kurd û li Dijî Tecrîdê"  ya ji 8 parlamenteran pêk tê, di 20'ê Sibatê de ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin û 35 meh in, tu agahî jê nayêgirtin  hat Stenbolê. Navnîşana yekemîn a heyetê bû Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re parêzeriyê dike û heyet piştre çû serdana Rêxistina Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (ÖHD) û gelek rêxistinên sivîl û ji wan agahî girtin..
 
'Dema azadiya Ocalan hatiye'
 
Nûnera Partiya Çep a Elman Konstanze Kriese, Seroka EFA Maria Lorena Lopez De Lacalle, Nûnera Partiya Çep a Swêdê û Foruma Çep Ann Jessica Theresa Karlqvist, Senatorê Meclîsa Neteweyî ya Spanyayê, Eh Bildu (BASK) Josu Estarrona Elizondo, Parlamentera Parlamentoya Katalonyayê (CUP). Montserrat Vinyets Pages, Senatora Koma Partiya Fransa ya Bêdestûr Ségoléne Amiot, Şêwirmendê Koma Partiya Fransa ya Bêdestûr Clément Evans, parlamentera Partiya Sor a Norwêcê Hege Bae Nyholt ku dı heyetê de cıh girtin, li Beyogluyê bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê  re civîna çapemeniyê li dar xistin ü di civînê de bal kişandin ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan.
 
'Em ji CPT'yê bersivê dixwazin'
 
 
Endamên heyetê di 21'ê Sibatê de çûn serdana dayikên ku çalakiya Nobeda Edaletê didomînin û peyama ku ew ê her tim hevgirtina xwe bi çalakiyê re bidomînin. Endamên heyetê di dawiya serdanê de li Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin û gotin, “Em ji CPT’yê bersivên der barê dosyayên parêzerên Ocalan ku pêşkêşî wan kirine dixwazin. Em daxwaz dikin ku ji bo pêşîgirtina li îşkence û muameleya xerab bi awayekî rast roja xwe bi cih bînin."
 
Li parlamentoyê axivî: Divê demildest Abdullah Ocalan bi awayê fîzîkê azad be!
 
Parlamentera Katalonyayê (CUP) Montserrat Vinyets Pages ku di heyetê de cih girt, piştî ku vegeriya welatê xwe çavdêriyên xwe ji parlamentoya xwse re ragıhandin. Montserrat, diyar kir ku li Stenbolê bi parêzerên Abdullah Ocalan û gelek saziyên sivîl re hevdîtin pêk anîne û got, "Zêdeyî 3 sal in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Ocalan nayê girtin." Montserrat diyar kir ku Rêberê PKK'ê 26 sal in tenê li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û anî zıman ku ev rewş nayê qebûlkirin. Montserrat, berpirsyariyên CPT'yê bi bîr xist û destnîşan kir ku divê demildest azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê misogerkirin.
 
Parlamentera  CUP'ê Montserrat Vinyets Pages ji JINNEWS'ê re li ser serdan û hewldanên xwe axivî.
 
'Têkoşîna Kurdan mîna ya Katalonyayê ye'
 
Montserrat diyar kir ku rewş û rastiya gel û girtiyan li Tirkiyeyê dişibe rewşa yên li welatê wê û got, “Ji ber vê yekê ez li hemberî rewşa heyî û ya diqewime hestiyar im. Têkoşîna Kurdan jî mîna ya Katalonyayê ye. Ez dibînim ku jı mafên mirovan û qanûnên navneteweyî re rêz nayê girtin û tên paşguhkirin. Her wiha dewlet bi rêya Meclîsê qanûnên ku qanûnên li dijî qanûnên navneteweyî derdixe. Armanca derxistina van  qanûnan ev e ku kesên ji bo xwe dijmin dibîne ceza bike.".
 
'Divê bi awayekî lezgîn Ocalan azad bibe'
 
Montserrat destnîşan kir ku divê di zûtirîn demê de azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê bê misogerkirin û got, "Divê bi awayekî lezgîn Ocalan azad bibe. Ji ber ku mifteya çareseriyê ye. Serbestberdana wî pêwîstiyek e ji ber ku hem rêzgirtina mafên mirovan û hem jî kilîla çareseriyê ye. Ev rewşeke lezgîn e. Her wiha hevdîtina wî bi parêzer û malbatê re ne bes e, pêwîste azad be.”
 
'Têkoşîna jinên Kurd cîhanê ronî dike'
 
 
Montserrat diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd li cîhanê ronahiya demokrasî û azadiyê ye û got, "Ji bo demokrat û sosyalîstan mînak û modeleke bi nirx e."
 
Wê li parlamentoya xwe Îmraliyê bikin rojev
 
Montserrat diyar kir ku ji bo zextê li CPT’ê bikin rêyên cuda hene û got, “Em dikarin di vî derbarî de pirsname bidin mecilisê û li ser rewşê biaxivın. . Ez di parlementoya me de jî endama Komîsyona Edaletê me. Em dikarin bi rêya vê komîsyonê bi pirsên ku em ji CPT’ê bikin zextê li weşandina rapora wê bikin. Her wiha em ji ber rewşa parêzerên ku ji ber şandina pereyan ji muwekîlên xwe re bi sûcdariya alîkarî û 'endamtiya rêxistinö' tên sûcdarkirin, bi fikar in. Em dikarin ji bo parêzeran li Katalonyayê jî hin xebatan bikin."
 
'Ji bo çareserî û aştiyê azadiya Ocalan pêwîst e!'
 
 
Montserrat diyar kir ku çareserî di azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de ye û got, “Eger pêvajoyek pêk were, wê bi azadiya Ocalan pêk were. Heta ku em tiştekî neceribînin em nizanin dê çi bibe. Ji bo pêvajoyê azadiya Ocalan gava yekem e. Ji bo çareserî û aştiyê şertê bingehîn azadiya Ocalan e. Di van şert û mercan de muzakere dikarin dest pê bikin. Divê Ocalan ne tenê ji bo xwe, ji bo gelê Kurd û nirxên ku sembol û temsîl dike jî azad bibe."
 
Ji têkoşîna gelê Kurd îlham girtiye
 
Montserrat da zanîn ku ew ji têkoşîna gelê Kurd bi bandor bûye û got, “Pir girîng bû  ji bo min ji ber ku li vir bûm şahidê têkoşîna we ya azadiyê ya du rojan. Tişta ku ez li vir fêr bûm û têkoşîna we dê ji bo gelê min bi nirx û çavkaniya îlhamê be.".