ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 28 Sibat 2024
  • Rojev
 
* Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Hazal Aras, anî ziman ku dê li Agiriyê modela jiyanê ya alternatîf a DEM Partiyê pêşkêşî ciwanan bikin û got, “Em ê dîwarên burokratîk hilweşînin. Werin em vîna xwe diyar bikin” BI DÎMEN 
 
*Di qirkirina Ruandayê nêzî milyonek mirov hatin qetilkirin û nêzî 500 jin û zarok jî bi îşkenceya zayendî rû bi rû man. Jinan li dijî vê komkujiyê dawî li bêdengiya xwe anîn û rêxistinbûyina xwe dewam dikin û ji aliyekî jî ji polîtîkayên aboriyê pêşengiyê dikin. 
 
*Parlamentera  CUP'ê Montserrat Vinyets Pages ya di nava "Delegasyona Navneteweyî ya Çareseriya Pirsgirêka Kurd û li Dijî Tecrîdê" ku lı Tirkiyeyê gelek hevdîtin kirin de cih girt  got,: "Eger pêvajoyek çêbibe, wê bi azadiya Ocalan re çê bibe. Ji bo destpêka pêvajoyê azadiya Ocalan gava yekem e. Ji bo çareserî û aştiyê şertê bingehîn azadiya Ocalan e. Di van şert û mercan de muzakere dikarin dest pê bikin. Divê Ocalan ne tenê ji bo xwe, ji bo gelê Kurd û nirxên ku sembol û temsîl dike jî azad bibe. DÎMEN HEYE