Li Kerboranê buroya hilbijartinê ya jinê hat vekirin

  • 20:13 27 Sibat 2024
  • Rojane
MERDÎN - Li Kerboranê bi tevlibûna mezin a jinan buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin. Buroya hilbijartinê ji Garîbe Gezer û hemû jinên berxwedêr re hate diyarîkirin.
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî de, îro li Merdînê yekemîn buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin. Jinan cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û beşdarî buroya hilbijartinê ya li bajaroka Xelîla ya navçeya Kerboranê hat vekirin bûn.
 
Buroya hilbijartinê ji aliyê namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Merdînê Devrîm Demîr, namzeta Hevşaredariyê ya Kerboranê Asya Gezer û Parlamentera DEM Partiyê Salîhe Aydenîz ve hate vekirin. Jinên TJA'yî û gelê bajêr beşdarî vekirinê bûn. Buroya hilbijartinê ya jinan diyarî jinên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û Garîbe Gezer a di girtîgehê de hat qetilkirin hat kirin.
 
Piştî  vekirina buroyê jinan govend gerand ü piştre jî hemû çûn serdana gora Garîbe Gezer. Devrîm Demîr li vir axivî û got, “Jinên Kurd ji bo vê berxwedanê gelek bedel dan. Jinên Kurd ji bo azadiya xwe li dijî zîhniyeta ku hebûn, ziman û nasnameya me înkar dike têdikoşin û li ber xwe didin. Yek ji rêhevalên me yên ku di vê rêyê de bedel da jî Garîbe Gezer e. Di girtîgehê de di bin îşkenceya dijmin de hat qetilkirin. Îro em li ser gora wê ne û em hatine sozê bidin wê, em ê têkoşîn û berxwedana wê mezin bikin. Em ê têkoşîna wan bidomînin."