Nobeta Edaletê: Çareseriye meseleya kurd li Îmraliyê ye

  • 16:32 27 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR/ÊLIH - Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a DEM Partiyê ya Îzmîrê Turkan Aslan Agaç, di Nobeta Edaletê de wiha got:"Divê meseleya kurd bê çareserkirin. Ev yek jî ji Îmraliyê derbas dibe. "
 
Nobeta Edaletê ya li Êlih û Îzmîrê dest pê kir niha dewam dike. 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) dest pê kiriye di roja 29'an de dewam dike. Gelek welatî û rêxistina DEM Partiyê ya Konak û Menemenê serdana nobetê kirin. 
 
Konak
 
Nobeta Edaletê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê dewam kir. Namzetên hevşaredariyên Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan Agaç û Akin Birdal çûn serdana nobetê. 
 
Turkanê da zanîn divê daxwazên girtiyan bên dîtin û ji bo çareseriya meseleya kurd jî divê deriyên Îmraliyê vebin. 
 
Menemen
 
Nobeta Edaletê ya li rêxistina DEM Partiyê ya Menemenê dest pê kir dewam dike. Nobeta Edaletê bi serdanan dewam kir. 
 
Şehîdê çapemeniya azadiyê hat bibîranîn
 
Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengiya xizmên girtiyan û TUAY-DER'ê hat destpêkirin di roja 27'an de dewam dike. Rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê çûn serdana nobetê. 
 
Xebatkarê çapemeniya azad Cengiz Altun ê 32 berê hat qetilkirin hat bibîranîn. 
 
Nobetê bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” dewam kir.