Li Dêrazorê ji bo jinan dewreyeke fêrkirina dirûtinê hat vekirin

  • 14:29 27 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrazorê bi tevlêbûna 15 jinan dewreyeke fêrkirina dirûtinê hat vekirin.
 
Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Dêrazorê dewreyeke fêrkirina dirûtinê ji bo jinan vekir. Derwereya perwerdeyê ya 15 jin tev lê bûne, li bajarokê Sifêra yê Dêrazorê hatiye vekirin.
 
Ji rêveberên Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Dêrezorê Kefaa El Mihemed ji ajansa ANHA'yê re axivî û got armanca wan a sereke ya dewreyê ew e ku jin fêrî dirûtinê bibin û rê li pêşiya wan vebe da ku derfetên kar bi dest bixin.
 
Kefaa El Mihemd diyar kir ku dewreya perwerdeyê dê mehekê bidome û destnîşan kir ku dê vekirina dewreyên wiha bidomînin.
 
Jinên tev li dewreya perwerdeyê bûne, ji saet 09.00’an heta saet di 11.00’an de li navenda Komîteya Ciwan û Werzîşê fêrî dirûtinê dibin.
 
Jina bi navê Şehed El Xelîl a tev li dewreya perwerdeyê bûye, spasiya Komîteya Ciwan û Werzîşê kir ku ev dewre organîze kiriye. Şehed El Xelîl got: “Destpêkê me gelek zehmetî dîtin, lê niha bi hewlên berpirsan zelal û sade bûye. Tenê balkişandinê hewce dike.”
 
Şehed El Xelîl hêvî kir divê dewreyên wiha zêdetir werin vekirin da ku jin di aliyê aborî, civak û çandî de xurt bibin.