Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 85'an de ye

  • 14:20 27 Sibat 2024
  • Rojane
 
WAN - Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 85'an de dewam dike. Kesên hatin serdana nobetê polîtîkayên tecrîdê şermezar kirin. 
 
Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengiya TUHAY-DER'ê dest pê kir di roja 85'an de dewam dike. Nobetê li avahiya DBP'ê dewam kir. Rêveberên DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana nobetê. 
 
Bertek li dijî tecrîdê hat nîşandan
 
Di nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Qelqeliyê Burhan Avci bertek nîşanî tecrîdê da û got ew serhildana li girtîgehan silav dikin. 
 
Nobetê bi stranên kurdî dewam kir.