Encamnameya Kongreya Meclîsa Gel a Mexmûrê hat aşkerakirin

  • 12:10 27 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encamnameya 3'yemîn Kongreya Meclisa Gel a Mexmûrê de wiha hat gotin: "Pêwîste her ferdek bibe endamê parastina cewherî li hemberî êrişên çekdarî, çandî, helandina ziman, jinavbirina sekna îdeolojîk bi xwe li ser parêznameyên Rêbertî perwerdekirinê dikare hêza xwe ya parastina cewherî bide pêkanîn û hêzkirin."
 
3'yemîn Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi diruşmeya ‘Bi avakirina civaka demokratîk û xwe parastina cewherî Rêber Apo azad bikin, dijmin têk bibin’ û bi tevlîbûna 420 delegeyan hatibû destpêkirin bi dawî bû. Konferans di 21’ê Sibata 2024’an de hatibû destpê kirin şeş roj berdewam kir û duh dawî bû.
 
Di kongreyê de raporên dû salan yên Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Meclîsa Ciwanan hatin xwendin. Bi wê ve girêdayî nirxandinên kar û xebatên dû salan û ji bo nebesiyên ku di dû salan de derketibûn rexne û rexnedayîn pêşketin. Her wiha Hevpeymana Civakî û pêşnûmebiryar hatin xwendin û di erêkirina delegeyan re hatin derbazkirin. Piştî wê hilbijartinên hevserokên Meclîsê û hevserokên Dîwana Meclîsê hatin kirin.
 
Di hilbijartinên hatine kirin de Fîlîz Budak û Ehmed Şehbaz wekî hevserokên Meclîsê, Elî Bilehî û Nûdem Yeman jî ji bo Dîwana Meclîsê hatin hilbijartin. Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axaftina dawî kir. 
 
Fîlîz Budak di axaftinên xwe de Kongre li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî delegeyan pîroz kir û wiha behsa şeş rojên Kongreyê kir: “Di şeş rojan de nirxandinên giranbiha û gelek pêşniyarên ku mirov ji bo dema pêş weke ronahî bide pêşiya xwe hatin kirin. Em di pêvajoyek zehmet re derbaz dibin, rewşa yekemîn ku em xwe di ber de berpirsyar bibînin, rewşa Rêbertî ye. Polîtîkaya îmha û înkarê ya ku li ser Gelê Kurd û xaka Kurdistanê tê meşandin ji bo vêya bûyîna bersiv, her wiha ji bo dema pêş ew polîtîkayên li ser wargeh belavkirinê vala derxistin, bi qasî ku ji me tê di aliyê Hikumeta Iraqê û Netweyên Yekbûyî û di aliyê Herêmê de xebatên ku bên xwesin pêkanîna wana. Wê ev hemû bihêlin ku pergala wargehê hîn zêdetir û xurtir li ser lingan bimîne. Ji ber ku em wek wargeh xwedî îdîaya jiyanek alternatîf, jiyanekî nimûne ji bo giştî pergala heyî bidin avakirin û hemû nimûneyên pergalê ji Wargeha Mexmûr derbazî Bakûr, Başur, Rojhilat û Rojava bibe. Pergala ku em didin avakirin em çiqasî xwe di ber de berpirsyar bibînin, em çiqasî bikaribin naveroka wê dagirin emê ew qasî bikaribin nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin û sîstema desthilatdar ya heyî hilweşînin. Polîtîkayên valakirina gundan û penaberkirinê yên ku dixwestin li ser esasê civakê bê bingeh û bê ziman bike me wek Wargeha Mexmûr ev polîtîkaya di asta cîhanî de vala derxistiye û zimanê xwe jî heta asta dawî parastiye, me şêweyê jiyanê avakiriye.”
 
Piştî axaftina girtinê hemu endamên nû yên Meclîsa Gel a ku hatîn hilbijartin ji bo du salan xebat bidin meşandin biryardariya xwe nîşandan û piştre encamnameya kongreyê hat xwendin. Encamname ji aliyê Endamê Meclîsa Gel a Mexmûrê Neşed Kara ve hat xwendin.
 
Encamname wiha ye:
 
“Weke ji şîara kongreyê jî diyar dibe weke wargeh em xwe li ser pergala Netewa Demokratîk bi rêxistin dikin û tevahî xebatên me li ser bingehê ev pergal kirina çand ango şêweyê jiyanê ya vê civakê. 
 
Di kongrê de mijarên parastina cewherî, aboriya komînal, pergala akademiyan, rêxistinkirina komînan û hemu rehendên pergalê nîqaş hatin meşandin. 
 
Weke civak ji bo em bikarin hebûna xwe bi awayê îradeya xwe bidin berdewam kirin. Pêwîste her ferdek bibe endamê parastina cewherî li hemberî êrişên çekdarî, çandî, helandina ziman, jinavbirina sekna îdeolojîk bi xwe li ser parêznameyên Rêbertî perwerdekirinê dikare hêza xwe ya parastina cewherî bide pêkanîn û hêzkirin. 
 
Ji bo di aliyê aborî de muhtacê ji derve nemine û bikare xwe bi xwe têra xwe bike projeyên aboriya komînal û ekolojik pêşxistin weke rêya çareseriyê hate nîqaşkirin û pêşniyar hatin pêşkêş kirin. 
 
Ji bo parastina ziman û çanda resen bi dibistan û navenda çandê re pêşxistina projeyên nivîskî û dîtbarî dayîna pêkanîn. Li hemberî hişmendiya jinan weke mal û milk dibine, ji hêza îradebûyîn û rêxistinbûyînê dur dixe, li ser bingehê zanista jineolojî xwe perwerdekirin û li ser pergala KJK’ê xwe bi rêxistinkirin weke rêya ji derketina vê hişmendiyê hate nîqaşkirin.”