MSD: Êriş hewldanên ji bo diyalogên navxweyî dike armanc

  • 11:56 27 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê têkildarî êrişa li dijî navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê daxuyanî da û got, êriş hewldanên ji bo diyalogên navxweyî dike armanc.
 
Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişa duh ango 26’ê Sibatê ya li dijî avahiya meclisê ya li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê daxuyaniyeke nivisîkî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şeva 26’ê Sibatê êrişeke terorî li dijî navenda me ya li bajarê Qamişloyê hat kirin. Kesên nenas bombeyek avêtin hundirê sûra avahiyê. Ziyanên êrişî tenê madî bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêkolîn daye destpêkirin.
 
Em vê êrişî bi tundî şermezar dikin. Kesên li pey vî êrişê helwesta me ya nîştimanî ya xurtkirina diyalogên navxweyî ya ji bo pêkanîna demokrasiyê li welat dikin armanc.
 
Em ji raya giştî re teqez dikin ev êriş me ji xebatên bo pêkanîna armancên ku em pê bawer in dûr naxe. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin heta istiqrareke siyasî ya sûriyeyî dixwazin, pêk were."