8'ê Adarê bi mezinkirina têkoşîna xwe pêşwazî dikin

  • 09:05 27 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Tundiya mêr-dewletê ya gihaştiya asta qirkirina jinan vê salê jî dewam kir û jinan jî ji têkoşîna xwe gav paşde neavêtin. Jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" têkoşîna xwe dewam dikin. 
 
Tundiya bi sed salan e li jinan tê kirin li qadên wekî hiqûq, malbat, kolan, perwerde û gelek qadên din hat xuyakirin. Tundiya bi destên mêr dewletê dewam dike ne tenê bedena jinan hemû qadên jiyanê dike hedef. AKP'a ku di salên ewil ên îktidara xwe de qala wekhevî, hiqûq, edalet û azadiyê dikir di demên pêş de polîtîkayên tundiyê rewa nîşan dide û teşwîq dike dişopîne. Li dijî rêxistinên jinan jî êriş dike. Gotinên zayendperest dike û komkujiyên jinan ên zêde dibin ji van polîtîkayan ne qut e. 
 
Sîstema mêr dewletê ya têkoşîna azadiya jinan ji xwe re wekî gefekê dît li dijî vê yekê hemû alavên di destên xwe de bi kar anî. Jinên derdikevin qadan û têkoşîna mafê xwe didin dibin hedef. Aqilê mêr ji bo bersûcên mêr jî bi destên darazê polîtÎkayên bêcezahiştinê dixe meriyetê. Bersûcên jinan qetil dikin li dadgehan bi gotinên xwe yên netewperest û bi kravata dixin stûyê xwe dibe sedema xistina cezayên wan û ev jî vediguhere mekanîzmaya tundiyê. Ji ber daxistina ceza bilançoya qirkirina jinan zêde dibe. 
 
Li Kurdistanê Amed li Tirkiyeyê Stenbol
 
Li gor daneyên ajansa me di 2023'yan de 248 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan û 315 jin hatin qetilkirin. Bajarên herî zêde jin lê hatin kuştin; Li Kurdistanê Amed e li Tirkiyeyê jî Stenbol e. Dema em li KUrdistan û Tirkiyeyê dinêrin kesên jin qetil kirine kesên nêzî jinan e. Yan xizmên wan e yan hezkiriyên wan e yan jî kesên li ber berdanê ne. Di 2023'yan de ji 315 jinan ji sedî 41'ê wê ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî hatin kuştin ji sedî 14 jî ji aliyê mêrên bi wan re ne hatin qetilkirin ji sedî 11 jî ji aliyê kesên nas dikin û ji sedî 9 jî ji aliyê kesên ku berê bi wan re zewicandî hatine qetilkirin. Her wiha ji sedî 6 jin ji aliyê mêrên xizmên wan hatine kuştin.  
 
Jinan têkoşîna xwe di 2023'yan de dewam kirin
 
Tevî gotinên zayendperest û tundiyê jÎ têkoşîna jinan a azadiyê û wekheviyê dewam kir. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jinên bi zextê rû bi rû man di 2023'yan de têkoşîna xwe ya li dijî zihniyeta baviksalar dewam kirin. Jinan çalakiyên mîna semîner, mîting, perwerde, rêxistinbûyinê li dar xistin û li nokteya hevpar a li dijî zihniyeta baviksalarî hatin gel hevdu. 
 
Bi vê çarçoveyê ji 8'ê Adara 2023'yan heta niha bûyerên ketine rojeva jinan û hinek çalakiyên jinan me dan hevdu. 
 
Ev çalakiyana wiha ne: 
 
15'ê Nîsana 2023'yan: Li Stenbolê Komeleya Çareseriyên Nû Mafên Mirovan ên Jinan bi sernavê "Em jiyanê ji nû de ava dikin: Di affetê de piştevaniya feminist û  LGBTI+" hevdîtina feminist li dar xist. 
 
17'ê Nîsana 2023'yan: Li Mereşê di 6'ê Sibatê de erdhej çêbû û li Hatayê jî bû sedema hilweşandineke mezin. Li vir perwerdeya tendirustiyê ji bo jinên bi pirsgirêkên mezin ên tendirustiyê rû bi rû man, hat dayin. 
 
19'ê Nîsana 2023'yan: Ji bo Peymana Stenbolê gelek jin li Şişliya Stenbolê hatin gel hevdu û li derketina metroya Pangalti stanta mor ava kirin û li vir belavok belav kirin. Her wiha jinan het Parka Maçka meş li dar xistin. 
 
28'ê Nîsana 2023'yan: Jinên nûnerên rêxistinên kedê yên Stenbolê ji bo jinên di 1'ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin çalakiya bibîranînê li dar xistin. 
 
30'yê Nîsana 2023'yan: Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Sêrtê şahiya jinan li dar xist. 
 
14'ê Tîrmeha 2023'yan: Jin bi hev re bi hêz in a Îzmîrê li atolyeyên sagaltimê hatin gel hevdu. Jinên ji qadên siyasî yên cuda yên li saziyên cuda ji du hefteyan carekê dihatin gel hevdu bi lîstik, dans û parvekirinan li dijî feraseta baviksalarî hewl dan rêhevaltiya jinê ava bikin. 
 
24'ê Tîrmeha 2023'yan: Pîrebokên Kampusê yên Stenbolê ji bo balê bikşînin ser komkujiyên jinan şanoya kuçeyê li dar xistin. Berî lîstikê peyama "Jin li dijî Talîban li berxwe didin","Jin li dijî ÎŞÎD û AKP'ê li berxwe didin, wê têkoşîna jinan bi dawî nebe" hat dayin. 
 
16'ê Îlona 2023'yan: Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP),di yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de li Meydana Derê Çiyê çalakiya bibîranînê li dar xist. 
 
6'ê Cotmeha 2023'yan: Li Îzmîrê jin ji bo jinên li herêmên erdhejê derketin qadan. 
 
7-8'ê Cotmeha 2023'yan: Ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk komxebata bi sernavên "Em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin û polîtîkayên jinan nîqaş dikin" li eywana konferansê ya Şaredariya Silopyayê konferans hat lidarxistin. 
 
18'ê Cotmeha 2023'yan: Li Êlihê bi dirûşma "Jina azad hunera azad" Festîvala Huner û Çandê ya Jinan hat lidarxistin. 
 
25'ê Mijdara 2023'yan: Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin derketin qadan û li dijî xizanî, şer, qeyran, tundiya mêr dewletê dengê xwe bilind kirin. 
 
4'ê Kanûna 2023'yan: Li Amedê bi pêşengiya TUAY-DER'ê bi çarçoveya hemleya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji meseleya kurd re çareseriya siyasî" bi tevlibûna jinên xizmên wan girtî çalakiya Nobeta Edaletê hat destpêkirin. Ev çalakî li gelek cihan belav bû. 
 
9'ê Kanûna 2023'yan: Heyeta Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesî pêk dihat li Amedê hevdîtin bi jinan û saziyan kir. 
 
4'ê Çileya 2023'yan: Bi pêşengiya TJA'yê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê bi dirûşma "Ji do heta îro panoramaya ked û serhildana jinê Jin jiyan azadî" pêşangeya wêneyan hat lidarxistin. 
 
6'ê Çileya 2023'yan: Jinên siyasetmedar Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin û Sêvê Demir, Fatma Uyar, Pakize Nayir ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiya Şirnexê hatin qetilkirin li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bibîranîn. 
 
13-14'ê Çileya 2023'yan: TJA'yê bi tevlibûna jinên ji welatên cuda bi dirûşma "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li dora Mehpûsên Siyasî yên Jin" li Amedê konferansa du rojan li dar xist. 
 
5'ê Sibata 2024'an: Bi munasebeta salvegera erdheja di 6'ê Sibatê de li Mereşê pêk hat Platforma Jinan a Enqereyê meşa bêdeng li dar xist. Li Îzmîrê Jin bi hev re bi hêz in bi dirÛşma "Jinan ji bîr nekirin ji bîr nakin" kesên di erdheja 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.