Li dijî pergala baviksalar û desthilatdariyê bû namzet

  • 09:03 27 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin
 
AGIRÎ - Namzeta Hevşaredariyê ya Panosê ya ciwan Rojbîn Kartal ku li dijî pergala baviksalar û desthilatdariyê bûye namzet, anî ziman ku ew pergala “hevserokatiyê” diparêzin û got: “Ez di wê baweriyê de me ku dê jin min tenê nehêlin. Ez dixwazim ew bibin dengê min, ez jî bibim dengê wan.”
 
Ji hilbijartinên herêmî ku wê di 31’ê Adarê de pêk werin demek kurt ma. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di demên derbas bûyî de pêşhilbijartin li dar xist ji aliyê delegeyan ve namzetên xwe diyar kirin. Pêşhilbijartina ku li cihanê cara ewilî ji aliyê DEM Partiyê ve pêk hat, weke mînak hat nîşandan. Bi van pêşhilbijartinan re li bajarên Kurdistanê namzetên DEM Partî yê yên hevşardariyê diyar bûn. Li navçeya Panos a Agiriyê ku di pêşhilbijartina hat lidarxistin de Rojbîn Kartal û Kerem Kirtay wek namzedên hevşaredariyê hatin nîşandan. Namzetên Panosê piştî hatin hilbijartin vir ve li navçeyê xebatên xwe yên hilbijartinê dane destpêkirin.
 
Namzet Rojbîn Kartal, têkildarî  namzetiya xwe û projeyên xwe axivî. 
 
Robîn Kartal kî ye? 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Partiya DEM’ê ya Panosê Rojbîn Kartal, di sala 1997’an de li navçeya Panosê ji dayîk bûye. Rojbîn, xwendina xwe heta lîseyê li Panosê berdewam kiriye. Ligel xebatên ciwanan ên DEM Partî yê, wekî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) di gelek çalakiyan de cih girtiye. Her wiha li Navenda Çanda Serhedê ya li Panosê di xebatên çandî û hûnerî de cih girtiye. Li gel wê li Navenda Piştgiriya Perwerdehiyê ya Panosê û Navenda Piştgiriya Perwerdehiyê ya Wanê xebatên ji bo perwerdehiyê dane meşandin. Rojbîn a ku 26 salî ye, dayîka 2 zarokan e. Rojbîn ligel vî temenê xwe yê ciwan, ji bo bibe dengê jinên Panosê bûye namzet.   
 
‘Em wekheviya jin û mêr diparêzin’
 
Rojbîn, da zanîn ku dema ji bo namzetiyê serlêdan kiriye hêstên gelek xweş jiyaye  û wiha got: “Dema min serlêdan kir gelek kêfxweş bûm. Serlêdan ji bo min gelek bi kelecan bû. Wekî ku hûn zanin em di civakeke feodal de dijîn. Ji ber vê yekê her çiçiqasî zehmetiyan bijîn jî em bi berxwedana xwe li ser nigan disekinin.  Armanca me jî şikandina vê zihniyeta feodal e. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê li  jinan zet tên kirin. Temenê min ji ber ku ciwan e, gelek kes jî vê yekê tîne ziman. Ji ber ku ji bo cihek wek Panosê temenekê ciwan e. Em wek namzetên şaredar ji bo jinan tiştên gelek xweş difikirin ku bikin. Ji ber vê yekê min jî li dijî vê pergala feodal serlêdanê kir. Ez dixwazim ku bibim dengê jinan. Bi vê serlêdanê min xwest bidim nîşandan ku wek jin em jî li vê derê ne. Wekî ku tê zanîn pergala me ya hevşaredariyê heye. Em wekheviya jin û mêrê diparêzin.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin’
 
Rojbînê, destnîşan kir ku piştî bûye namzet şûnde ji aliyê gel ve bi eleqeyek mezin hatiye pêşwazîkirin. Rojbîn, bi lêv kir ku ji ber namzetek jin û ciwan bûye civakê bi awayek erênî ew pêşwazî kiriye û wiha domand: “Xwedî derketinek mezin heye. Ji ber vê yekê eleqeyek germ heye. Ji ber pergala feodal hin kesan jî qebûl diki. Lê belê piraniya civakê eleqeyek mezin nîşan da. Piştî namzetiyê me dît ku gel jinê û hebûna wê qebûl kiriye êdî. Me têkoşîna xwe da û em bi ser ketin. Lê belê ev têr nake, em ê zêdetir têbikoşin. Piştî 31’ê Adarê jî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
 
‘Em pergala ‘hevserokatiyê’ didin ferzkirin’
 
Rojbînê, bi bîr xist ku ji hilbijartinê re demekê kurt maye û got di xebatên ku dimeşînin de biryariya gel dibînin. Rojbînê, da xuyakirin ku ew mal bi mal, tax bi tax û esnaf bi esnaf digerin û serdana gelên xwe dikin û wiha axivî: “Ji xwe germayekê destpêkê hebû, lê niha ev germahî mezintir bûye. Gel xwedî derketinekê mezin nîşan dide. Li vê derê pêşhilbijartinekê demokratîk pêk hat. Em bi dengên gel heta îro hatin. Pergala me ya hevserokatiyê hem li Tirkiyeyê û hem jî li hemû cihanê mînakek ewil e. Pergalek gelek xweş û girîng e. Pergala me wekheviya jin û mêrê diparêze. Dema ku em serdana gelê xwe dikin, gel ji me re pirsa ‘kîjan ji we serok e?’ dipirse. Em jî bersiva ‘em herdu jî hevserok in’ didin. Li cem me bi tenê serokek tune ye. Dewlet û pergal li me ‘serokek’ dide ferzkirin. Lê belê em jî ‘hevserokatiyê’ li wan didin ferzkirin. Em ji bo ku vê pergala feodal bişkînin çi ji destên me bê em ê bikin.”
 
Li hember polîtîqayên şerê taybet dê xebatan bimeşînin
 
Rojbînê, bal kişand ser polîtîqayên şerê taybet ku li ser jin û ciwanan tên meşandin û got ev yek îro bandorek mezin li ser civakê dike. Rojbîn, diyar kir ku pergal li ser ciwanan dixwaze polîtîqayên xwe ferz bike û wiha dirêjî da axaftina: “Ciwanên me îro bi cur bi cur polîtîqayên şerê taybet re rû bi rû dimînin. Her wiha li ser jinan jî heman polîtîqa tên meşandin. Her wiha dema em lê dinêrin îro ji ber li bajêr kar tune ye ciwan bixebitin, neçar dibînin ku diçin metropolan dixebitin. Qadên jiyanê ji bo jin, ciwan û zarokan gelek kêm in. Ev hemû ji ber polîtîqayên desthilatdariyê ye. Li dijî polîtîqayên şerê taybet ên dewletê em ê ji bo ciwan û jinan qadên jiyanê ava bikin. Her wiha ji bo ciwanan îstîhdamê em ê hewl bidin pêk bînin. Her wiha ji bo jinan jî em ê gelek kar û baran pêk bînin. Dema ku em şaredariyê bi dest bixin jî ev hemû mijarên me yên sereke ne. Ji bo jin û ciwanan projeyên me hene elbet. Em ê ji bo jin û ciwanan qadên civakî ava bikin. Navenda çandê ji xwe heye. Em ê wan bi hêztir bikin. Her wiha bi taybetî li ser çandê û zimanê kurdî em ê xebatên xwe bikin. Ciwanên me li bajarên xeribiyê ne, divê li bajarê xwe bixebitin û qadên civakî de jiyana xwe bidomînin. Ji ber vê yekê jî çi ji destên me bê em ê bikin. Her wiha ji armancên me yên sereke yek jî ew e ku em çanda xwe ya kurdewariyê carekedin zindî bikin.”
 
‘Ew ê bibin dengê min, ez jî bibim dengê wan’
 
Rojbînê, di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku 31’ê Adarê de biçin dengê xwe bi kar bîne. Rojbînê, her wiha bang li jinan jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li vir bêdeng nînin. Ez di wê baweriyê de me ku dê jin 31’ê Adarê biçin ser sindoqan û li dijî vê pergalê dengê xwe bidin. Her wiha ez di wê baweriyê de me ku dê jin min tenê nehêlin. Ez dixwazim ew bibin dengê min, ez jî bibim dengê wan. Gotinekê kurdan heye ‘Şêr şêre, çi jin e çi mêr e.’ Em ê di 31’ê Adarê de bersiva xwe bidin. Em ê xebatên xwe bi jinan re bikin.”