Li Mêrdînê Nobeda Edaletê didome

  • 16:03 26 Sibat 2024
  • Rojane
MÊRDÎN/ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li Mêrdînê çalakiya Nobeda Edaletê ziyaret kir diyar kir ku dayik û jin di refên herî pêş ên têkoşînê de ne. Herwiha li Êlihê jî Nobeda Edaletê di roja 25'an de bi serdanan dewam kir
 
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girityan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji aliyê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê hatiye destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya serdanên Nobeda Edaletê de Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û heyeta pê re ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mêrdîn û navçeyên wê civînên gel pêk anîn, serdana nobedê kirin.
 
Tûncer di serdanê de axivî û diyar kir ku têkoşîna bi destê dayikan tê meşandin girîng e û dayik û jin di refên herî pêş ên têkoşînê de ne. Tûncer anî ziman ku ew têkoşîna dayikan silav dikin.
 
Êlih
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Êlihê hatiye destpêkirin di roja 25’an de li avahiya DBP’ê ya bajar berdewam kir. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar hatin serdana nobetê. Di nobetê de beşdaran bertek nîşanî zextên li ser kurdan dan û helbestên bi mijara azadiyê hatin xwendin.
 
Di nobetê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, û “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin” hatin berzkirin. 
 
Nobedê bi gotina stranan û berzkirina diruşman dewam kir.