Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî CPT'ya serdana Îmraliyê nekir dan

  • 16:01 26 Sibat 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê ya Îzmîrê de  Fehîme Poyraz, bertek nîşanî neçûna CPT'yê ya Îmraliyê da û diyar kir ku bêhiqûqiya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de tê rewakirin.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin, di pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 28’an de berdewam kir. Gelek welatiyan serdana nobedê ya li avahiya DEM Patiyê ya navçeyên Konak û Menemenê hat girtin kirin.
 
Konak
 
Xizmên girtiyan ku li Rêxistina Navçeya Konakê ya DEM Partiyê nobeda xwe didomînin, di çaçakiyê de dirkûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz li wir axivî, bertek nîşanî neçûna Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê girtiya da. Fehîme ku xwest CPT erka xwe pêk bîne, destnîşan kir ku divê ew nebin alîgirê vê bêhiqûqiyê.
 
Tecrîd li qada navneteweyî didome
 
Fehîme ku xwest CPT sedema neçûna Îmraliyê eşkere bike, diyar kir ku bêhiqûqiya li dijî Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de didome. Fehîme da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo aştî, demokrasî û edaletê têkoşiyaye û destnîşan kir ku ji bo bidestxistina destkeftiyan divê Abdullah Ocalan azad bibe.
 
Menemen
 
Gelek xizmên girtiyan û welatî beşdarî nobeda ku li Rêxistina Navçeya Menemen a DEM Pasrtiyê tê girtin bûn. Di çalakiya nobetê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Çalakiyên nobedê bi serdanan dewam kirin.