'Divê rojeva sereke tecrîd be'

  • 14:36 26 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
WAN /AMED - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan dewam dike. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku ji bo tecrîd bê bidawîkirin divê rojeva sereke  tecrîd be.
 
Çalakiyên Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ji aliyê xizmên girtiyan ve hatine destpêkirin dewam dikin.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY-DER) di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Wanê hatiye destpêkirin di roja 84'an de berdewam dike. Gelek kesî nobeda ku li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê berdewam dike ziyaret kirin.
 
Çalakî bi stran û dirûşmên "Bijî berwedana zindanan" dewam kir.
 
Amed
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku di 27’ê Mijdara 2023’an de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin kete roja 92’an, Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUAY-DER) li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) a Navçeya Rezanê di roja 82'yan  de berdewam dike.
 
Aklîme Hanas di çalakiya Nobeda Edaletê de axivî û diyar kir ku divê jiyan bi giştî li ser têkoşîna li dijî tecrîdê were meşandin û got, “Ji gavên ku em diavêjin heta dirûşman, ji stranên ku em dibêjin divê tecrîdê bikin rojeva xwe ya sereke.Tenê bi vî rengî em dikarin giraniya tecrîdê bînin ziman û bi dawî bikin."
 
Çalakiya nobetê bi dirûşmên "Bîjî berxwedana zindanan", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" û "Maf, hiqûq, edalet" dewam kir.