Parêzer Suzan Akîpa: CPT bi vê helwestê dibe hevparê tecrîdê

  • 10:34 26 Sibat 2024
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Sûzan Akîpa ku serlêdana ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li CPT'ê kirne nirxand got, ji bo ku berpirsiyariyê bigire dem ji zûve derbas bûye. CPT bi vê helwesta xwe piştgiriyê dide bêhiqûqiya ku tê kirin û di be hevpara têecrîda giran ku dewam dike. 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin û 36 meh in agahî jê nayê girtin, veguherî "incommunicado", ango netêkilîdanînê. Tevî hemû serlêdan û hewldana parêzer û malbata wî ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê re 36 meh in tu agahî nayê girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Abdullah Ocalan dikin, ji bo bi Rêberê PKK'ê û muwekîlên xwe yên din ku li Îmraliyê ne Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku bi wan re têkiliyê daynin, hefteyê 2 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Muduriyeta Înfazê ya Îmraliyê didin.  Lê belê ji bo van serlêdanan bersiv ne erênî ne jî neyînî nayê girtin û hevdîtin bi hincetên pûç û vala yên wekî "cezayê dîsîplînê" ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi awayekî sîstematîk tên astengkirin.
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Sûzan Akîpa, derbarê hevdîtinan û helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê  (CPT) de nircandin kir.
 
Serlêdana li CPT'ê
 
Suzanê li ser hevdîtina wan a bi CPT’ê re axivî û got, “Wek ku raya giştî jî dizane, Buroya Hiqûqê ya Asrînê herî dawî bi CPT’ê re hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de hat ragihandin ku tevî hemû serlêdanan jî ev nêzî 3 sal in tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin û ev rewş civakê gelekî  dixe nava fikaran." Sûzanê bi bîr xist ku wan ji bo serdan nû ya CPT’yê serlêdan kir û got, “Bi rastî jî bi raya giştî re hate parvekirin ku grevên birçîbûnê yên îro li zêdetirî 100 girtîgehên Tirkiyeyê berdewam dikin û Nobedên Edaletê jî li derve berdewam dikin. Di berdewamiya vê hevdîtinê de hat xwestin ku CPT di demeke herî kurt de rapora xwe ya li ser serdana sala 2022’an eşkere bike û li hemberî vê rewşa mutleq a  tecrîdê, serdana Girtîgeha Îmraliyê bike. Ji ber ku der barê vê serdana dawî ya CPT’yê de agahî nehat dayîn, hate gotin ku hevdîtinên wê rojê yên bi dewleta Tirk re hatine kirin, nikarin bi parêzeran re bên parvekirin. Lê diyar kirin ku Îmraliyê di rojeva wan de ye.”
 
'Hêviya herî mezin serdana Îmraliyê ye'
 
Sûzanê anî ziman ku CPT xwedî rayeyên pir berfireh e û wiha got: “Mafê wê heye ku bikeve her qadên girtîgehan û bi hêsanî kontrolê bike. Ji ber vê yekê bendewariya herî mezin a hiqûqnas û civakê ye ku mekanîzmayeke bi vî rengî ya ku hinceta avakirina wê pêşîlêgirtina îşkenceyê ye, serdana Îmraliyê bike, cihê herî konkret ê îşkence û nebûna têkiliyan e. Ev jî berpirsyariya bingehîn a CPT’ê ye."
 
'CPT bi vê helwesta xwe bêhiqûqiyê dike'
 
Suzanê, anî ziman ku li Girtîgeha Îmraliyê rejîmeke tecrîdê ya bênavber tê meşandin heye û got, “Ev rewş bi raporên berê yên CPT’yê jî tê piştrastkirin. Ji aliyê CPT’ê ve jî tê zanîn ku tevî tespît û pêşniyarên CPT’ê yên der barê tecrîdê de, tecrîda li ser Birêz Ocalan her ku diçe kûrtir dibe û CPT jî dizane ku dewleta Tirk di vî warî de li gorî qanûnê tevnagere. Ji ber vê yekê divê ku CPT'ya  di têkoşîna mafên mirovan de xwedî cihekî girîng e, divê berpirsyariya pêwîst bigire ser milê xwe. CPT'ê bi xwe got 'Girtîgeha Îmraliyê her tim di rojeva me de ye'. Tevî vê yekê jî negirtina Îmraliyê nava bernamya Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. CPT bi vê helwesta xwe tevkariyê li vê bêhiqûqiyê dike. Di van şert û mercên giran ên tecrîdê de para wê heye. Ew dibe motora parastina vê rewşa tecrîdê. Ji ber ku cesaretê dide hikûmet û rayedarên tirk. "
 
Xebatên hiqûqî dê berdewam bikin
 
Suzanê, anî ziman ku her tim ji CPT'yê hêvî û daxwazên wan hene û got, "Ev daxwazên gelekî mafdar û rewa ne. Rapora serdana dawî ya sala 2022’an jî nehatiye eşkerekirin. Daxwazên me dê berdewam bin.  Hemû serlêdanên heta niha hatine kirin û xebatên li ser bingehên neteweyî û navneteweyî yên ji bo rakirina qedexeya hevdîtinê li ser parêzerên wê bidomin."
 
Serlêdanên saziyên sivîl bêbersiv dimînin!
 
Suzanê der barê serlêdana 14 saziyên sivîl ên ji rêxistinên maf û hiqûqê pêk tên de agahî da û got, " Di 12’ê Çile de ji bo CPT biçe Îmralyê lêkolînê bike ev serlêdan li CPT'ê hatiye kirin.   Lê heta niha tu bersiv, ne  erênî û neyînî, nehatiye. Lê belê tevî hemû bangên saziyên sivîl, CPT'yê berevajî bendewariyan dîsa jî rapora xwe ya dawî ya sala 2022'an parve nekir û di serdana dawî de neçû Girtîgeha Îmraliyê û ev jî bi xwe bersiv e."
 
'Birêz Ocalan mifteya çareseriyê ye'
 
Suzanê diyar kir ku mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e û got, “Tecrîda ku li Îmraliyê didome, hemû hiqûqa Tirkiyeyê bandor dike û diyar dike. Ev ji qanûna înfazê ku cara yekê li wir hat pêkanîn û li girtîgehên din jî belav jî diyar e. Ji ber vê rewşa Îmraliyê di warê mafên mirovan de jî rewşke divê neyê qebûkirin e.  Divê parêzer û parêzvanên mafên mirovan vê bêhiqûqiya li ser Ocalan qebûl nekin. Ev tecrîd ne tenê li girtîgehan, li hemû qadan belav bûye.  Ya herî girîng jî li gel tecrîda mutlak ku dewam dike jî birêz Ocalan her carê ji Îmraliyê diyar kir ku navnîşana çareseriyê ye û mifteya çareseriyê ye. Daxwaz û vîna gel û civakan a li hemberî Ocalan vê rewşê hîn xurtir dike. Ji ber vê jî divê hemû raya giştî li dijî vê tecrîda li Îmraliyê ku li her derê belav bûye bêdeng nemîne."