Li Mûşê pirsgirêkên şaredariya qeyûm kronîk bûne

  • 09:05 26 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
Elfazî Toral
 
MÛŞ - Şaredariya Muşê li aliyekî bi texrîbatên qeyûm li aliyê din bi nelêrêtiyên qeyûm ber bi çirava deyn ve diçe û li bajar pirsgirêkên bi salane didomin kronîk bûne.
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma. Di çarçoveya kampanya hilbijarinê de xebatê namzetan didomin û Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi hemû hêza xwe li qada ye. DEM Partiyê namzetên xwe yên hemû bajar û navçeyan diyar kirin û namzet serdanên xwe yên gel didomînin.  Li Mûşê jî xebatên hilbijartinê bê navber didomin.
 
Portreya kurt a Mûşê…
 
Wek gelek bajarên Kurdistanê, li Muşê jî hem xizanî hem gelek pirsgirêkên din tên jiyîn. Li bajar çavkaniya debarê çandinî û sewalkarî ye. Hem cotkar hem sewalkar krîza aborî ji kurahî hîs dikin û dijîn. Li bajar ku gelek atolyeyên tekstîlê hehene, piranî jin dixebitin û wek hêzên kar a erzan û bê ewle dixebitin. Ji bilî malî yekane qada jiyanê ya derve ji bo jinan fabrîqeyên tekstîlê ne. Li Mûşê di 20 sal desthilatdariya AKP’ê de tu şert û merc nehatine başkirin.
 
Welatiyên li Mûşê dijîn diyar dikin ku ev 20 sale zîhniyeta serdest heye û qadên jiyanê li jinan  tên tengkirin û ji bo guherînê jî peyamê didin. Li bajarê ku zîhniyeta serdest heye, tarîkatan hema hema li he rderê xwe bicih kirine û jin ji ber vê gelek bi fikarin. Dîsa li bajar xwegîhandina xizmeta tenduristî, perwerde, av, veguhestinê û rê pirsgirêkên hevpar  yên welatiyane.
 
Mûşa ku xwedî profîlek wihaye, bi polîtîkayên qeyûm hîn bêtir şûnde ketiye û hinek daneyên der barê polîtîkayên qeyûm de wiha ne:
 
Mûş
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de 9 partî li Muşê ketin hilbijartinê û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji sedî 40 deng girt. AKP’ê ji sedî 48.5 deng girt. Di hilbijartinên 2019’an de namzetên HDP’ê Sîbel Genç û Sirri Sakik ji sedî 33,5 deng girt û yê AKP’ê Feyat Asyam ji sedî 34.7 deng girt. Dengê nehatin derbaskirin jî wek 2 hezar û 449 derbasî qeydan  bûn.Di encama nelêrêtiyê de HDP’ê hilbijartin winda kir û îtîraz kir. Lê îtîraz hatin redkirin. 
 
Kop
 
Di hilbijartinên 2014’an de DBP’ê qezenc kir û  di 2019’an de ji sedî 55 deng girt û şaredarî qezenc kir. Qeyûmên tayînê şaredariyên HDP’ê hatin kirin, tayînê Kopê jî kirin.  AKP’ê qeymeqamê navçeyê Oguzhan Ocak tayînê şaredariyê kir. 
 
Melezgîrt
 
BDP’ê li Melezgîrê di 2014’an de bi 3 hezar û 343 dengan şarqedarî girt. Lê bi darbeya qeyûm îradeya gel hat xespkirin. Di 2019’an de HDP’ê bi sê dengan wind kir. AKP’ê bi sê dengên zêde şaredarî girt. Li navçeyê 432 deng nehatin derbas kirin.
 
Gimgim
 
Li Gimgimê BDP’ê di 2014’an de şaredarî girt. Lê piştre qeyûm hatin tayînkirin. Di 2019’an de HDP’ê bi dengek mezin şaredarî dîsa girt. Lê AKP’ê carek din qeyûm tayîn kir.
 
Beranîk
 
Li navçeya Beranîk jî di hilbijartinên 2014 û 2019’an de namzetên AKP’ê biserketin. Navçeya Dêrxas jî du deman AKP’ê girt.
 
5 navçe 14 bajarok
 
Li gorî daneyên 6’ê Sibata 2024’an a TUÎK’ê bi navenda Mûşê re bi giştî 6 navçe, 23 bajarok hene û div an şaredariyan de 121 tax û her wiha 366 gund hene. DEM Partiyê jî 5 navçeyê Muşê jî tê de li 14 barojan namzetên hevşaredariyê derxistin.
 
Rapora Sayiştayê
 
Berê di raporên Sayiştay de deynên şaredariya Muşê yên AKP’î derketin holê. Di raporê de hat parvekirin ku tespîtên  der barê 2020 û 2021’an de nehatine çareserkirin û deynên şaredariyê hîna hene. Di raporê de hat daxuyakirin ku di 2022’an de maksimum şaredarî dikare 275 mîlyon 262 hezar û 221 TL dikare yendar be û got gotin ku şaredarî di dawiya sala 2022’an de limîta deyn derbas kiriye û giştiye 47 mîyon û 991 hezaar û 414 TL.