Gultan Kişanak: Em dikarin pirên nû ava bikin

  • 20:07 25 Sibat 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Namzeta Hevşaredariya Bajarê mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak ji girtîgeha lê dimîne namzet ji jinan re şand û got: “Di navbera tevgera jinên Kurd û Tirkiyeyê de dikarin pirên nû bên avakirin. Em rêxistibûneke ku bi biryar têkoşîna hevpar dimeşînin derxin holê, em ê xwe serkeftî bibînin.”
 
Namzeta hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak, ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Enqereyê ji jinan re nameyek şand. Gultanê bi hevkariya parêzerên xwe name şand û da zanîn ku divê têkoşîn, piştevaniya jinê bê mezkirin û ji siyaseta aştiya civakî re pêşengiyê  bikin.
 
Nameya Gultanê wihaye:
 
“Jinên hêja me gelek bêrî kiriye ku di mîtîngan de di têkoşîna pratîk de ligel hev bin. Ez wek her yekê cuda cuda bi hesret û hezkirin hembêz dikim, silavan dişînim. Hemû girtiyên jin ji we re silavan dişînin.
 
Fîgenê li vir ekîba hilbijartinê ava kiriye, bê navber dixebitin. Kelecan û motivasyon gelek bilinde. Ger ku em hemû jinan vexwendiyê xebatê  bikin divê ewil em bixebitin.Min texmîn nedikir ku namzetiya min evqas kelecanê biafirîne. Enerjiyek jinan a li ser hev zêde bûye heye. Vê pêvajoya kampanyayê de baweriya min heye ku em tecrubeyên têkoşîna xwe ya hevpar derxin holê û wisa têbikoşin.
Jinên hêja, em di pêvajoyeke ku têkoşîna azadiya jinê di bin êrîşek topyekun de ne. Wek hûn dizanin û dijîn. Li aliyê din jî netewperestî, olperestiya radîkal. Li aliyê din jî siyaseta mêr ya desthilatdariyê. Li aliyê din jî neçareseriya pirsgirêka Kurd û polîtîkayên şer. Mîlîtarîzma bilind dibe. Derdê me gelek mezin e.
 
We li derve me jî li hundir  li salonên dadgehê îtîrazê rewşê kir. Em ê vê pêvajoya hilbijartinê de jî îtîrazên xwe bilind bikin, bên gel hev, têkoşîna xwe  bimeşînin. Em dikarin vê pêvajoyê wek pêvajoyeke amadekariya xurt binirxînin. Hêvîdarim hûn jî li derve rîsk û derfetên têkoşînê baştir dibînin. Hûnê civînan de van mijaran biaxivin, renxe û pêşniyarên xwe bikin. Divê hûn bizanibin ku wê encama derkeve holê hêzê bide me. Belê min gelek bêriya we kiriye lê min xwe tu car tenê hîs nekir. We her tim bi têkoşîna xwe moral da me. Dostanî û piştevaniya we dîwar û hesin rakirin. Niha dem dema zêdetir bilinkirina têkoşîn û rêxistinbûna jinê ye. Di navbera tevgera jinên Kurd û Tirkiyeyê de dikarin pirên nû bên avakirin. Em rêxistibûneke ku bi biryar têkoşîna hevpar dimeşînin derxin holê, em ê xwe serkeftî bibînin. Tu gûmana me di vî alî de tuneye. Riya we, riya me vekirî be.
 
Carek din we hemûyan silav dikim, serkeftinê dixwazim. Jin jiyan azadî.”