Di Nobeda Edaletê de Helbesta bi xwe nivîsî xwend

  • 13:59 25 Sibat 2024
  • Rojane
 
ÊLIH/WAN - Dayîkê helbesta xwe ya bi navê "Azadî" ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsigrêka Kurd re çareseriya siyasî" hatibû destpêkirin, li Nobeda Edaletê xwend.
 
Çalakiyên Nobeda Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatin destpêkirin, dewam dikin.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li Êlihê hat destpêkirin di roja 25'an  de ye. Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistinên sivîl, çalakiya nobedê ya ku di nava rojê de li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Êlihê tê lidarxistin, ziyaret kirin. Di nobedê de hat destnîşankirin ku divê mafên gelê Kurd ên hatine desteserkirin paşde bên dayîn. Her wiha dayikekê helbesta ku di nobetê de nivîsandibû ya bi navê “Azadî” xwend.
 
Di serdanê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.
 
Wan
 
Li Wanê çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hatiye destpêkirin, di roja 83'yan de li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê dewam dike. Çalakî ji aliyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêya Armûş û gelek welatiyan ve hat ziyaretkirin.
 
Dayikên ku beşdarî nobedê bûn diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ya li ser girtiyên bi dawî nebe ew ê dest ji têkoşînê bernedin.
 
Çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan"û serdanan dewam kir.