‘Heta ziman û îradeya me azad nebe em ê têkoşînê bidomînin’

  • 19:07 21 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku heta kuz iman, îrade û welatê wan azad nebe wê têkoşînê bidomînin.
 
Ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Çalakî û xwepêşandan bi pêşengtiya rêxistinên ziman û civaka sivîl hat lidarxistin û hat xwestin ku kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê. 
 
Antalya
 
Rêxistina DEM Partiyê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Nesîbe Bahadir û Kemal Bulbul jî tev li bûn. Piştî daxuyaniya hevpar, Kemal Bulbul axivî û bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî. Kemal, bi domdarî wiha got: “Em hene, zimanê me heye, dîroka me heye. Em ê bi tu deveran ve neçin. Em ê li vir bi ziman, çand û dîroka xwe her hebin. Em dixwazin mîna tirkan wekhev bijîn.” Daxuyanî bi stranên kurdî bi dawî bû. 
 
Hatay
 
Şaxa ÎHD’a Îskenderûn a Hatayê jî daxuyanî da û 21’ê Sibatê pîroz kir. Hevserokê Şaxê Coşkun Selçûk diyar kir ku mafê herî xwezayî yê kesekî/ê axaftina bi zimanê dayika xwe, perwerdebûna bi zimanê dayikê û peywendîdanîna bi zimanê dayika xwe ye. Selçûk xwest ku ev maf tavilê bên bicihanîn. 
 
Mersîn
 
ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxên Egîtîm Senê jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyaniya hevpar dan. 
 
Di metna hevpar a daxuyaniyê de ku bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî hatibû amadekirin de hat gotin ku bi milyonên zarokên zimanê wan ê dayikê kurdî, erebî, lazî, hemşînî, çerkesî û hwd. ji zimanên xwe yên dayikê hatine qutkirin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku ev yek dijderketina li hemberî zanistê ye. 
 
‘Li her derê bi Kurdî biaxivin’
 
Komeleya Çandê ya Sanatoliayê jî li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) ku Nobeta Edaletê lê didome çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Zimanê me hebûna me ye. Bê ziman jiyan nabe”  hate daliqandin. Di heman demê stranên kurdî hatin gotin. 
 
Ji rêveberên komeleyê Emîn Aksu di axaftina xwe de diyar kir ku di serî de zimanê kurdî, ji ber polîtîkayên pişaftinê gelek ziman bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne û banga bikaranîna zimanê kurdî ya di her qadên jiyanê de kir.
 
Edene
 
Şaxa Egîtîm Sen a Edenê û ÎHD’ê bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Parka Înonu daxuyaniyek da. Ligel partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.
 
Metna çapmeniyê ya tirkî serokê şaxa Egîtîm Sen a Edenê Fatîh Toprak xwend û da zanîn ku divê hemû astengiyên li pêş zimanê dayikê bên rakirin.
 
Metna Kurdî jî jî serokê şaxa Edenê yê Kurdîderê ya bi KHK’ê hat girtin Giyasettîn Gumuş xwend. Giyasettîn da zanîn ku zimanê  Kurdî hîmê nasnameya neteweyî û rumeta gelê Kurd e û têkoşîna 50 salî a gelê Kurd xebat û têkoşîna zêde kiriye.