Ji Nobeda Edaletê: Em ê mafên xwe bistînin

  • 16:37 21 Sibat 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Sultanî Acibuca ya ku di Nobeda Edaletê de axivî got, "Mafê xwe em ê bistînin wê ew nedin me. Serokê xwe em ê azad bikin. Em zimanê xwe dixwazin. Herkes bi zimanê xwe dinivîse û dixwîne. Em çima zimanê xwe napeyivin."
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji aliyê Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ve li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsigrêka kurd re çareserî" tê lidarxistin, dewam dike.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî), endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Înîsiyatîfa Xwendekarên Zanîngehê di nav de gelek kes û saziyan serdana Nobeda Edaletê kirin.
 
Di nobetê de bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal hat kişandin ser kurdî û dirûşmên "Zimanê me rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana zîndanan" hatin berzkirin.
 
'Em êdî vê neheqiyê qebûl nakin'
 
Dayika Aştiyê Sultanî Acîbuca di çalakiya nobetê de axivî û got, “Em êdî zilmê naxwazin. Em dixwazin azad bibin, em dixwazin girtiyên me yên li girtîgehan azad bibin. Zêdeyî sed sal in zext û zordarî li ser me dayikan heye. Em ê mafên xwe bistînin, ew nadin. Em ê rêberê xwe azad bikin. Em zimanê xwe dixwazin. Her kes bi zimanê xwe dinivîse û dixwîne. Çima em nikarin bi zimanê xwe biaxivin? Me çi bi wan kir? Sûriye çi bi Erdogan kir ku êrîşî wir dike? Av û elektrîkê qut dike. Wan kesan çi bi wî kirine? Her cure zilmê dike. Em êdî vê neheqiyê qebûl nakin. "Bijî berxwedana zindanan."
 
Nobed bi stranan hat berdewamkirin.