Xebata komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dewam dike

  • 14:03 21 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çilaxayê xebatên komkirina îmzeyan bi coş berdewam dike. Şêniyan destnîşan kir ku divê tevahî beşên civakê tev li hemleyê bibin. Her wiha xebatên komkirina îmzeyan gihaştin taxên bakur rojavayê navçeya Holê. Di heman demê de li 3 taxên Tebqayê xebatên komkirina îmzeyan hatin destpêkirin.
 
Di roja duyemîn a komkirina îmzeyan de, komîteyên pispor xebatên xwe li navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê didomîne.
 
Şêniyên taxa El Resafe ya navçeya Çilaxa lîste îmze kirin. Welatiyê bi navê Enber Mubarek destnîşan kir ku îmzekirin berdêleke biçûk a têkoşîna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan e ku ji bo azadiya gelan dimeşîne.
 
Enber bang li şêniyan kir ku tev li hemleyê bibin.
 
Xebatên komkirina îmzeyan gihaştin taxên bakur rojavayê navçeya Holê 
 
Xebatên belavkirina îmzeyan li navçeya Çilaxa, bajarok û gundên wê berdewam in.
 
Xebatên komkirina îmzeyan li navçeya Holê di roja xwe ya sêyemîn de ye ku li taxên bakur rojavayê navçeyê dest pê kirin.
 
Komîteyên pispor di roja sêyemîn a komkirina îmzeyan de, xebatên xwe li taxên bakur rojavayê navçeyê dan destpêkirin.
 
Duh komîteyan îmze li taxên bakurê navçeyê bi dawî kirin. Serdana malan kirin û îmzeyên wan kom kirin. Tevlêbûna şêniyan di hemleyê de balkêş e.
 
Li 3 taxên Tebqayê xebatên komkirina îmzeyan hatin destpêkirin
 
Îmze li kantona Tebqayê li taxa yekemîn û duyemîn  taxa Kinîse didome. Şêniyên tev li hemelyê dibin teqezî bi berdewamkirina têkoşînê dikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dest dixin.
 
Komîteya Însiyatîfa Ji bo Azadiya Abdullah Ocalan ya Sûriyeyê li Tebqayê dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. 
 
Xebatên komkirinê li taxa yekemîn, duyemîn û taxa Kinîse dest pê kirin.
 
Welatiyê bi navê Hemûd El Rehîl lîste îmze kir û got: "Ji bo ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, min îmze kir. Ez bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û hêzên nanveteweyî dikin ku tecrîdê bi bawî bikin."
 
El Rehîl got ji bo ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were divê ev hemle û çalakî zêde bibin.