Di Nobeta Edaletê de banga xwedîderketina li zimanê dayikê

  • 13:54 21 Sibat 2024
  • Rojane
 
WAN - Di 79'emîn a roja Nobeta Edaletê de hat gotin:"Zimanê kurdî bi hêz û qedîm e."
 
Nobeta Edaletê ya li Wanê ya bi pêşengiya TUHAY-DER'ê hat destpêkirin di roja 79'an de ye. Gelek kes tevli nobeta ku li Avahiya DBP'ê hat lidarxistin, bûn. 
 
'Zimanê nayê zanîn ne zimanê me ye zimanê wan ê faşîzane ye'
 
Welatiyê bi navê  Murat Oner, Nobeta Edaletê ya dayikan silav kir û bal kişand ser 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û got:"Zimanê kurdî bi hêz û qedîm e. Ev zimanê qedîm îro bi qedexe û bi astengiyan rû bi rû ye. Zimanê me îro wekî zimanekî ku nayê zanîn tê pênasekirin. Zimanê nayê zanîn ne zimanê me ye zimanê wan ê faşîzane ye. "
 
Di çalakiyê de stran hatin gotin dirûşmên "Bijî Berxwedana Zindanan","Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. 
 
Çalakiyê bi serdanan dewam kir.