Di Nobeta Edaletê de banga xwedîderketina li zimanê dayikê 2024-02-21 13:54:33     WAN - Di 79'emîn a roja Nobeta Edaletê de hat gotin:"Zimanê kurdî bi hêz û qedîm e."   Nobeta Edaletê ya li Wanê ya bi pêşengiya TUHAY-DER'ê hat destpêkirin di roja 79'an de ye. Gelek kes tevli nobeta ku li Avahiya DBP'ê hat lidarxistin, bûn.    'Zimanê nayê zanîn ne zimanê me ye zimanê wan ê faşîzane ye'   Welatiyê bi navê  Murat Oner, Nobeta Edaletê ya dayikan silav kir û bal kişand ser 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û got:"Zimanê kurdî bi hêz û qedîm e. Ev zimanê qedîm îro bi qedexe û bi astengiyan rû bi rû ye. Zimanê me îro wekî zimanekî ku nayê zanîn tê pênasekirin. Zimanê nayê zanîn ne zimanê me ye zimanê wan ê faşîzane ye. "   Di çalakiyê de stran hatin gotin dirûşmên "Bijî Berxwedana Zindanan","Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.    Çalakiyê bi serdanan dewam kir.