Delegasyona Navneteweyî: Dem dema azadiya Ocalan e!

  • 10:45 21 Sibat 2024
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL -  Endama "Delegasyona Navneteweyî ya dijî tecrîd û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd" Seroka EFA Marîa Lorena Lopez De Lacalle, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mifteya çareseriya Gelê Kurd û Rojhilata Navîn e û got: "Em difikirin ku ku êdî dem dema azadiya Ocalan e. Kampanya û çalakiyên ku em ê li welatên xwe bidin destpêkirin dê tevgerekî pêk bînin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdeke giran tê meşandin û 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. "Delegasyona Navneteweyî ya dijî tecrîd û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd" duh hat Stenbolê. Şandeya ku ji 8 parlamenteran pêk tê serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) kir. 
 
Di şandeyê de Nûnera Partiya Çep a Elman Konstanze Kriese, Seroka EFA Maria Lorena Lopez De Lacalle, Nûnera Foruma Çep û Partiya Çep Ann Jessica Theresa Karlqvist, Senetorê Meclîsa Neteweyî ya Îspanyayê Eh Bildu (BASK) Josu Estarrona Elizondo, Parlamentera Parlamentoya Katalonyayê (CUP) Montserrat Vinyets Pages, Senetora Koma Patiya Fransa ya Serî Natewînin Ségoléne Amiot, Şêwirmendê Koma Partiya Fransa ya Serî Natewînin, Clément Evans, Parlamentera Partiya Sor a Norwecê Hege Bae Nyholt li Beyogluya Stenbolê bi endamên Buroya Hiqûqê ya Asrinê re civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de behsa tecrîdê hat kirin û wiha hat gotin: "Êdî dem dema azadiya Ocalan e." 
 
Seroka European Free Alliance (EFA) a ku bi kombûna parlamenterên serbixwe hatî avakirin Marîa Lorena Lopez De Lacalle derbarê armanca serdanên xwe de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
‘Ji bo Rojhilata Navîn êdî dema aştiyê hatiye' 
 
Marîa, diyar kir ku dê du rojan li Stenbolê bi parêzer û nûnerên saziyên sivîl re hevdîtinan bikin û got: "Em êdî difikirin ku dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn êdî dema aştiyê hatiye. Divê êdî bê zanin ku bi şîdetê pêşeroja civakan nayê avakirin. Li dijî şîdet agresîftiyê hemû alî û sazî êdî hevdîtinê pêk bînin." 
 
‘Ocalan alîgirê Gelê Kurd û Rojhilata Navîn e' 
 
Marîa, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan: "Rewşa Ocalan êdî li dijî mafên mirovan e û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. 25 sal in hatiye hepskirin. Divê mirov temenê wî jî li ber çav bigire. Niha 74 salî ye. Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Gelê Kurd û Rojhilata Navîn alîgir e. Em bi Konseya Ewropayê û saziyên girêdayî Yekitiya Ewropayê (NY) vê dixebitin. Yekitiya Ewropayê wek saziyê ku pirsgirêk bi diyalogan bê çareserkirin e. Em behsa pirsgirêkeke polîtîtîk dikin û divê bi polîtîk bê çareserkirin. Em bang li rejîma Erdogan ê ku Ocalan ligel temenê xwe heyî di bin tecrîdê de digire e serbest berde û pirsgirêkê bi rêya diyologê çereser bike, dikin. Ev tişt ji bo qenciya hikûmetê ye." 
 
'Pirsgirêk bi rêya diyalogê dê bê çareserkirin' 
 
Marîa, di axaftina xwe de de diyar kir ku piştevaniya jinên ku Nobeda Edaletê digirin dikin û wiha bi lêv kir: "Em jinên ku piştevaniya berxwedêrên girtîgehan dikin bi bîr tînin. Çend sal beriya niha min bi van re hevditin pêk anî. Em dibînin ku pirsgirêk tenê bi rêya diyalogê tê çereserkirin. Em binpêkirina mafan, îşkence, tecrîd, binçavkirin û girtinan dibînin. Ne tenê yên ku tên girtin, kesên ku tên binçavkirin jî mafên wan tên îhlalkirin. Divê êdî ev yek bi dawî bibe. Em piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê dikin. Ez tu carî Leyla Guven ji bîr nakim. Ligel şert û mercên vê yên tenduristiyê em çûn cem wê. Leyla nîşaneya vîna girtiyên kurd bû. Rewşa girtîbûnê tu tiştî çareser nake. Divê pirsgirêk bê çaresearkirin û dawaz bên qebûlkirin." 
 
Dê li parlamentoyê xebatên xwe bidomînin 
 
Marîa, wiha bal kişand ser geşedanên piştî hilbijartinê: "Agahiya me ji rejîma Erdogan û geşedanên piştî hilbijartina giştî heye. Em dibînin ku hêj jî bi dawî nebûye. Tişta ku hewce piştevaniya navneteweyî ye. Me li Bask (Herêma Xweser a Bakurê Îspanyayê) şîdetê bi dawî kir, ev rojên tarî me li paş xwe hişt. Di vê rêyê de piştevaniya navneteweyî hebû. Em wek şandeya ku ji 8 kesan pêk tên, li Stenbolê nûnertiya parlamentoyên welatên xwe dikin. Em li vir in ji ber ku ji ber ku ji bo parlamentoya me xebatên ku bên kirin bi nirx in. Kampanya û çalakiyên ku em ê li welatên xwe bidin destpêkirin dê tevgerekî pêk bînin. Em ê ji raya giştî ya Ewropayê re ragîhinin ku pirsgirêk ne bi şîdetê dê bi diyalogê bê çareserkirin." 
 
‘Çareserî Konfederalîzma Demokratîk e' 
 
Marîa di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser rol û mîsyona Abdullah Ocalan: "Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê bi Abdullah Ocalan re diyalog bê destpêkirin. Em ne behsa tiştekî nû dikin. Ji ber ku di sala 2013'yan de diyalog pêk hat piştî 11 sal şûnde jî dikare pêk bê jî. Çima? Ji ber ku Abdullah Ocalan ji sala 2005'an heta niha dibêjê ku bi rêya Konfederalîzma Demokratîk pirgirêk dikare bê çareserkirin. Divê em rêyek a ku hemû gelên Tirkiyeyê bê temsîlkirin bibînin û ev rê jî diyar e. Ev rê ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê hatiye pêşniyarkirin. Paradîgma û fikrê Ocalan li herêmên din tên sepandin. Li Sûriye û Iraqê tê sepandin. Ji ber vê yekê rejîma Erdogan li hemberî Gelê Kurd ewqas bi hers e. Li Ewropayê Konfederalîzma Demokratîk wek rêyeke rast dibînin û pratîze dikin. Partiya me û gelek partiyên din fikrên Ocalan dixin meriyetê. Ez piştevaniya jinên kurd dikim û ez dibêjim 'Jin jiyan azadî'. Ez têkoşîna jinên kurd silav dikim."