ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 21 Sibat 2024
  • Rojev
 
* Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar dike ku civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe û wiha dibêje: "Li şûna ku hûn ji hikumetê bixwazin, hûn bi xwe tevbigerin û bi rêxistin bikin. Xetaye ku mirov ji dewletê bixwaze. Ev ne peywîra dewletê ev peywîra civakê ye. 
 
*Hevseroka OHD’a Amedê Gîzem Mîran da zanîn ku armanca zêdekirin tîpên S û Y polîtîkayên tenê hiştinê ye û got: “Divê demildest avakirina tîpên S û Y bên rawestandin, yên din jî bên valakirin.” BI DÎMEN 
 
*Namzeta hevşaerdariya Cizîrê ya DEM Partiyê, Guler Tunç da zanîn ku wê Cizîrê ku di salên 90’î de Berîvanan  ji nûve ava kiribûn, bikin bajarê jinan û got: “Li dijî qirkirina xwezayê ya destilatdariyê bi kampanyaya ‘her malek darek e’ Cizîrê veguherin qada şîn.” BI DÎMEN 
 
*Emel Horo ya ku bûye şahîda berxwedana şerê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û taxên Rojhilat di salvegera 8'an a êrîşên li ser taxê de wiha got:"Berxwedana taxa Şêx Meqsûdê berxwedanek dîrokî bû. Berxwedana ku hatiye destpêkirin bi yek dil û yek rihî bû. Pir caran em bê nan û av diman lê dîsa jî me dest bi dest berxwedana xwe domand. " BI DÎMEN 
 
*  Helbestkar Nûrcan Delîl, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê axivî û got: "Li dijî astengiyên li hemberî ziman divê her kurdek bibe xwedî zimanê xwe. Bibe şervanê zimanê xwe." BI DÎMEN 
 
*Jinên ku tu carî dev ji zimanê xwe yê kurdî bernedan û gotin: “Kurdî rastiya me ye, çanda me ye, nasnameya me ye. Doza me ziman û çanda me ye. Divê Gelê Kurd zimanê xwe biparêze. Em bang li her kesî dikin ku zimanê zikmakî biparêzin." BI DÎMEN 
 
*Endama "Delegasyona Navneteweyî ya Dijî Tecrîd û Çareseriya Pirsgirêka Kurd" Seroka EFA Marîa Lorena Lopez De Lacalle, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mifteya çareseriya Gelê Kurd û Rojhilata Navîn e û got: "Em difikirin ku ku êdî dema azadiya Ocalan e. Em ê bi kampanya û çalakiyên ku li welatên xwe li dar bixin, hişyariyê bidin."