Li Muş û Kopê meşa zimanê dayikê

  • 20:30 20 Sibat 2024
  • Rojane
MUŞ - Li Muşê û navçeya wê Kopê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê meşek pêk hat. Di meşê de hat diyar kirin ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
 
Li Muşê di çarçoveya  21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, bi pêşengiya  DEM Partiyê meşek pêk hat. Rêveberên DEM Partî, MEBYA-DER, TJA, namzetên hevşaredariyê û gelek welatî tevli bûn. Meş ji ber avahiya partiyê heta Qada Kobanê pêk hat. 
 
Di meşê de hat diyar kirin ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Piştre girse belav bû.
 
Li navçeya Kopê jî DEM Partî û DBP’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê  li avahiya DEM Partiyê daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.