Di Nobetên Edaletê de banga têkoşînê hat kirin

  • 17:35 20 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobetên Edaletê yên Mêrdîn û Êlihê de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  banga têkoşînê hat kirin.
 
Nobeta Edaletê yên li Mêrdîn û Êlihê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatibû destpêkin berdewam dikin. 
 
Mêrdîn
 
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê di avahiyê DBP’a Mêrdînê de dane destpêkirin berdewam dike. Di nava rojê de gelek kesan serdana nobetê kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Kesên serdana nobetê kirine, tevî tembûrê stran gotin. Di nobeta Edaletê de bal kişandin ser zimanê dayikê û li ser depê alfabe û peyvên bi kurdî hatin nivîsandin. 
 
Dayika Aştiyê Hacîre Karataş (62) a di têkoşîna azadiyê de du zarokên xwe winda kiriye, hemû têkoşerên têkoşîna azadiyê silav kir û wiha got: “Em wek Dayikên Aştiyê li vê derê nobetê digirin. Heya ku di canê me de dilopek xwînê bimîne, em ê xwedî li zarokên xwe derbikevin. Û em ê ji bo Serokatî û girtiyên xwe têbikoşin. Em naxwazîn girtiyên me di girtîgehê de şehîd bikevin. Em naxwazin gelê me were qetilkirin. Me êş kişand, bila kes nekişîne. Em azadî û aştiyê dixwazin.” 
 
Êlih
 
Li Êlihê, Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiyê Rêxistina DBP'a bajêr, hatiye destpêkirin di roja 20’emîn de berdewam kir. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî di nava rojê de ji bo piştgiriyê serdana nobetê kirin. Di serdanê de bal hate kişandin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. 
 
Di serdanê de “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Çalakiya nobetê ji aliyê Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê ve hate ziyaretkirin. 
 
Hatina dayikan bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Reşahat Ada ya li vir axivî wiha got: “Divê dayik di demekî wiha de piştgiriyê bidin hev. Em jî bi vê armancê hatin piştgiriyê bidin dayikên li vir. Heta ku tecrîda li ser girtiyên siyasî were rakirin dê ev çalakî berdewam bike.”
 
Sulhiye Sarûhanê jî destnîşan kir ku dê ev çalakî serbikeve û tecrîd were rakirin û banga mezinkirina têkoşînê kir. 
 
Dayika Aştiyê Halîme Topûz jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan berdewam dike û got: “Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin. Ev çalakiya me bi salan bidome jî heta ku encam negire dê berdewam bike.”
 
Meyase Akdag a di nobetê de cih digire jî dayikên ku hatine serdana wan silav kir. Meyaseyê, ji bo rakirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kir û bi bîr xist ku ji bo rewşeke neyînî li girtîgehên çênebe divê herkes berpirsyartiyê bigire ser xwe.