'Ji bo ku gel bikaribin bihnê bistînin me dest bi çalakiyê kir'

  • 16:42 20 Sibat 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê ya li navçeyên Konak û Menemenê dewam dike de xizmên girtiyan diyar kirin ku tecrîd bandora xwe li hemû gelan dike û ji bo gel bêhnê bistîne dest bi nobedê kirine.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ku li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin, di roja 23'yan de berdewam dike. Nobeda Edaletê ya ku berê li Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibû lidarxistin, li avahiya  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partiyê) ya navçeya Konak û Menemenê dewam kir.
 
Konak
 
Komîsyona Jinan a Îzmîrê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û gelek welatiyan nobeda ku li Taxa Çîmentepeyê hatiye lidarxistin ziyaret kirin. Di çalakiya nobetê de bê navber dirûşmÊN "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
 
Gelek jinên ku çûn serdana nobedê ya li Taxa Çîmentepe, diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe. Ciwanên di nobetê de jî bi lêdana saz û stranên gelerî piştgirî dan çalakiyê.
 
Tecrîd li hemû qadan belav dibe
 
Ji Komîsyona Jinan a OHD'ê ya Îzmîrê parêzer Fatma Demîr axivî û got, "Em piştgiriyê didin Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya dayikan hatiye destpêkirin. Bi taybetî di serdemeke ku polîtîkayên tecrîdê gav bi gav kûr dibin de, em dixwazin diyar bikin ku çalakiyek bi vî rengî pir watedar e. Dema em li serdema heyî dinêrin, em dibînin ku tecrîd ne tenê li girtîgeh û qadên girtî, li hemû qadên jiyana me belav bûye.  Em dixwazin diyar bikin ku em di vê xeta têkoşînê de bi wan re ne, em bi dayikan re ne."
 
Tecrîd polîtîkaya tirsandinê ya li hemberî gelan e
 
Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî axivî û got, “Pêwîste her kes li hemberî polîtîkayên tecrîdê bi hestiyar bin. Ger îro li vî welatî polîtîkayên tecrîdê tên meşandin, dibe ku bi taybetî li ser gelê Kurd were sepandin, lê bi giştî li hemberî hemû gelan polîtîkaya tirsandinê ye. Pêwîste her kes vê bibîne û bêje tecrîdê bidawî bikin. Em ji bo li dijî vê tecrîdê derkevin û vê astengiyê ji holê rakin li vir in. Ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê nefesê bistînin me dest bi vê çalakiyê kir. Heta ku polîtîkayên tecrîdê û çalakiyên li girtîgehan bi dawî bibin em ê çalakiya xwe bidomînin."
 
Menemen
 
Gelek welatiyan Nobeda Edaletê ya ku li Rêxistina navçeya Menemen a DEM Partiyê jî didome ziyaret kirin. Ji xizên girtiyan Zeyî Candemîr  axivî û got: “Berî her tiştî ez silavên xwe ji Abdullah Ocalan û girtiyên li girtîgehan re dişînim. Girtiyên li girtîgehan ji bo rûmeta xwe ya mirovî bi taybet polîtîkayên tecrîdê li ber xwe didin. Lê divê erk tenê ji xizmên girtiyan re neyê hiştin, ev pirsgirêk pirsgirêka me hemûyan e. Ji ber vê yekê em dixwazin her kurdekî birûmet dengê xwe bilind bike. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin.”
 
Çalakiya nobetê bi stran û serdanê dewam kir.