Koçberên Girê Spî ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmzeyan didin

  • 14:42 20 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koçberên Girê Spî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îmzeyan didin. Sebrî Mistefa kesê yekemîn bû ku îmzeya xwe da.
 
Li kampa koçberên Girê Spî ya li navçeya Eyn Îsayê kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir.
 
Endamên komîteyên komkirina îmzeyan armancên kampanyayê û mercên li girîgeha Îmraliyê vegotin.
 
Destpêkê koçberê bi navê Sebrî Mistefa, piştre Ezîza Miraî, Îbrahîm Îsamîl û Yazî Cuma îmzeyên xwe dan.
 
Koçberên li kampê eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê da. Koçberê bi navê Ebid El Hemed diyar kir ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji bo belavkirina fikirê neteweya demokratîk û xilasiya ji tevahî cûreyên zordestî û koletiyê da.
 
El Hemed bang li tevahî şêniyan kir ku beşdarî kampanyayê bibin û got: "Beşdarbûna me ya vê kampanyayê û tevahî çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tişta herî kêm e ku em ji bo Rêber Abdullah Ocalan dikin."